Bîra efrîniyan ku xwezaya bajêr vedibêje: Qenewîç

Jinên Efrînî yên ji warên xwe koçber bûne, li hember siyasetên piştaftinê û qirkirina çandî li ber xwe didin. Beşek ji vê berxwedanê, çêkirina qenewîç e. Ev rêbaza hunerê, rengên xwezaya Efrînê vedibêje.

Bîra efrîniyan ku xwezaya bajêr vedibêje: Qenewîç
Bîra efrîniyan ku xwezaya bajêr vedibêje: Qenewîç
Bîra efrîniyan ku xwezaya bajêr vedibêje: Qenewîç
Bîra efrîniyan ku xwezaya bajêr vedibêje: Qenewîç
Bîra efrîniyan ku xwezaya bajêr vedibêje: Qenewîç
Bîra efrîniyan ku xwezaya bajêr vedibêje: Qenewîç
Bîra efrîniyan ku xwezaya bajêr vedibêje: Qenewîç
Bîra efrîniyan ku xwezaya bajêr vedibêje: Qenewîç
Bîra efrîniyan ku xwezaya bajêr vedibêje: Qenewîç
27 gulan 2024   06:17
HELEB
NESRÎN ŞÊXO

Jinên Efrînî yên koçbe, ji 2018`an ve ji bo parastina çanda xwe di nava hewldanan de ne. 

Qenewîç, beşek ji vê çandê ye ku jinên Efrînê derbasî nifşên din dikin.

Jina bi navê Meryem Ehmed (47) ji bajarê Cindirêsê yê bajarê Efrîn ku niha li taxa Şêxmeqsûd a Helebê bi cih bûye dibêje qenewîç bîra enfrîniyan vedibêje, lê di dheman demê de rûbirûyî tunebûnê ye.

Meryem hewl dide vê çandê ji tunekirinê biparêze nemaze ku di vê serdemê de gelek telknolojî bi pêş ketiye, amûr derketine û eleqedariya bi qenewîçê re kêm bûye.

Meryem wiha domand: "Ji ber ku me ev mîras ji dayikên xwe wergertiye, ez bi rêbazên alternatîf hewl didim wê biparêzim. Ji ber ku êlek peyda nabe em tenê bi dezî û derziyê qenewîçê çêdikin."

Ji bo çêkirina qenewîçê pêdivî bi cawekî spî, cawek ji cureya îtamîn a pembû ya rengîn, êlek, deziyên rengîn û derzî heye.

Jinên efrînî bi rêya qenewîçê, xwezaya Efrînê rave dikin. Ji ber wê, gul, çivikên cihêreng xêz dikin û dikin qenewîç.

Gelek bikaranînên qenewîçê hene; weke balîv, pirtiyan (nivîn), baqçeyan (çiqinê), destmalan tê bikaranîn.

Meryem di 14 saliya xwe de tevî xwişka xwe ji dayika xwe fêrî qenewîçê bûye. Heta niha 75 nexş, çêkirine. Meryemê têkildarî wê got: "Em li binê darê li hev kom dibûn û heta saetên derengiya şevê li ber ronahiya qendîlan, bi hezkirin û hevkarî, me qenewîç çêdikir."

Meryem piştî dagirkirina bajarê Efrînê ji aliyê dewleta Tirk ve, koçber dibe, lê belê nexşên ku çêkirine, bi xwe re derdixe.

Meryem şîretan li dayîkên efrînî dike ku qenewîçê fêrî keçên xwe bikin û got: "Tiştên mirov bi destê xwe çêke, xwedî wateyeke kûr û bi qîmet e."

Meryem ku dayika 3 keçan û kurekî ye, beşek ji berhemên qenewîçê diyarî zarokên xwe kir û beşek li cem xwe hiştiye û got: "Bi rêya wan ez bîranîn û bajarê xwe tînim bîra xwe."

(şx)

ANHA