Li hember revandina kurê xwe hewl da xwe bişewitîne

Welatiya bi navê Fedwa Rebîe Oso, dayika ciwanê revandî Remedan Xalid Baba yê ji xelkê Til Eran ê gundewarê Helebê, li hember revandina kurê xwe ji hêla hêzên hikumeta veguhêz ve, hewl da xwe bişewitîne.

Li hember revandina kurê xwe hewl da xwe bişewitîne
14 cotmeh, 2025   21:22
NAVENDA NÛÇEYAN

Endamên hêzên hikumeta veguhêz a Sûriyeyê di 6'ê Cotmehê de, hemwextî êrişa li dijî taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê ciwanê bi navê Remedan Xalid Baba (21) ê ji bajarokê Til Eran ê rojhilatê bajarê Helebê bi bihaneya guhdarîkirina li stranên Kurdî revandibû.

Ciwanê hatiye revandin ji bo girtîgeha Waha ya nêzî Meamil Dîfai ya herêma Sifîrê ya Helebê hat veguhastin.

Piştî 8 rojan ji revandinê û dubarekirina bangên berdana wî ji aliyê malbatê ve, dayika ciwan, Fedwa Rebîe Oso şûşeyeke benzînê rakir û çû pêşiya navenda hêzên hikumeta veguhêz a li Sifîrê û hewl da agir berde bedena xwe.

Li şûna ku endamên hikumeta veguhêz guh bidin daxwaza wê, êrişî wê kirin û lê dan. Şêniyan ew rakirin nexweşxaneyek nêzîk.

Endamên hêzên hikumeta veguhêz 6 welatî ji heman gundî revandibûn. Piştre 3 welatî bi navên Xelîl Mihemed Beşar, Nadir Beşar û Hisên Beşar berdan, lê Remedan Baba revandî ma. Endamên hêzên hikumeta veguhêz gef li dayika wî xwarin ku ji ragihandinê re behsa vê bûyerê neke.

(mh/fr)

ANHA