Li Hemayê nexweşî ketiye zeviyên genim

Li herêma Sehil El Xab a Hemayê genim gelek ziyan dîtiye, gelek cureyên kêzikan û kûfik di nav de belav bûne. Rêveberiya Berhemanîn û Parastina Nebatan jî bi cotkaran re nabe alîkar.

Li Hemayê nexweşî ketiye zeviyên genim
19 nîsan, 2026   07:40
HEMA

Çavkaniyê ji ofîs û Rêveberiya Çandiniyê yê Hemayê diyar kir ku di çandiniya genim de gelek nexweşî derketine û berî belav bibin divê zû destwerdanê bikin. Heman çavkaniyan da zanîn ku kêzikên wekî pêşiyan, zingar û nexweşiyên dîtir derketine.

Li gorî belgeyên Rêveberiya Çandiniyê navbera 30- 45 hezar hektar erd  bi genim hatiye çandin. Hema herêmeke herî zêde genim lê tê çandin û berhemdar e.

Li gorî çavkaniyan di encama şert û mercên hewa yên şilî û germ de nexweşî bi rêya hewa û axê belav bûne. Her wiha zibila nîtrojenê baş lê nekirine.

Cotkarên herêmê gazincan dikin ku gera Rêveberiya Çandiniyê li ser mewsim û zeviyan çareseriyê bi xwe re nayne.

Cotkarê bi navê Safî Mihemed (55) li cem zeviya xwe yê ku zingar ketiyê, sekiniye û dibêje: “Min hemû pereyên xwe xistin mewsimê. Bi hêvî bûm ku mewsima min baş be û ez deynên xwe bidim. Lê zingar ketiye zeviyên min. Rêveberiya Çandiniyê jî tenê hat, wêne kişandin û çû. Me tiştek ji wan nedît, ne derman û ne jî perspektîf dan. Me ji mirineke hêdî re dihêlin, mewsimê îsal hêdî hêdî li pêşiya çavên me dimire."

Cotkar Celal El Ehmed jî got: "Em li benda Rêveberiya Çandiniyê bûn ku çareseriyekê ji me re bibîne. Lê belê hatin û çûn û tiştek ji me re nekirin. Ji me re gotin em ê pirsgirêkê bişopînin. Kêzik pir zû li nava zeviyan belav bûn. Me kesek nedît ku me ji vê rewşê rizgar bike. Mewsim îsal nîn e û ez ê nekarim heqê tov jî bidim. Cîranên me ji sedî 70 mewsimê xwe winda kirin. Rêveberiya Çandiniyê zevî derman nekirin û hewa jî gelekî sar e.”

Rêveberiya Çandiniyê jî diyar kir ku her sal ev nexweşî di nava mewsim de belav dibin, şert û mercên hewa bandorê li mewsimê dike, komên wan ên meydanî li gorî derfetan derdikevin nava zeviyan û derman dikin.

Pisporên çandiniyê jî anî ziman ku eger şilahî zêde be û hewa germ be, ev nexweşî zû li nava zeviyan belav dibin, divê zû destwerdanê bikin û dermanan lê bireşînin heyanî ku ax baş bibe.

Li Hemayê 140 hezar hektar hatiye çandin, zêdetirî xwe genim, ceh, pembo, sebze û beqle ye. Her wiha darên fêkî wekî fisteq û zeytûnan çandine. Dexil jî herî zêde li herêma Sehil El Xab û gundewarên bakur û rojhilatê Hemayê hatine çandin. Ev herêm yek ji herêmên Sûriyeyê ye ku herî zêde bi erdên xwe yên çandiniyê tê naskirin.

(np)

ANHA