Civîna Çarçoveya Hemahengiyê li Îraqê hat paşxistin

Careke din civîna Çarçoveya Hemahengiya Şîe ya ji bo diyarkirina namzetê postê serokwezîr hat parşxistin. Serkirdeyekê Şîeyan got; “Malîkî û Sûdanî ji namzetiya serokwezîr vekişiyane.”

Civîna Çarçoveya Hemahengiyê li Îraqê hat paşxistin
18 nîsan, 2026   21:48
NAVENDA NÛÇEYAN

Biryar bû îşev ji bo diyarkirina namzetê postê serokwezîr, Çarçoveya Hemahengiya Şîeyên Iraqê bicive. Lê civîn hat paşxistin.

Li gor nûçeyek ya medyaya Iraqê, civîna îşev ya Çarçoveya Hemahengiya Şîeyan ya ji bo diyarkirina namzetê postê serokwezîr ji bo demek nediyar hat paşxistin. Li gor nûçeyê, tê payîn ku civîn şeva Duşema bê were lidarxistin.

Her wisa ji aliyeke din ve, Serokê Hevpeymaniya Tesmîm Amir Fayîz ji malperek navxweyî ya Iraqê re axivî û got; “Nûrî Malikî û Mihemed Şiya Sûdanî xwe ji pêşbaziya hilbijartina postê serokwezîr vekişandine. Ev pêşbirke di navbera şeş namzetan de wê bê kirin.”