‘Azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan mifteya çareseriyê ye’

Jinên ji bajarê Hesekê diyar kir azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan çareseriya pirsgirêkên li Rojhilata Navîn e û bi azadiya wî pêvajoya aştiyê jî wê bigihêje serî.

‘Azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan mifteya çareseriyê ye’
19 nîsan, 2026   02:35
HESEKÊ
ZEYNEB ŞÊXO

Jinên bajarê Hesekê daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan kir û wek rêya çareseriya pirsgirêkên Rojhilata Navîn nirxand.

Endama Mala Jinan Nûra Omer diyar kir ku Rêber Abdullah Ocalan 27 sal e di nava tecrîdeke giran de ye, mafî wî ye ku bi fîzîkî azad bibe û wiha axaftina xwe domand: "Rêber Abdullah Ocalan divê bi fîzîkî azad bibe, ji ber doza wî dozeke mirovî ye. Azadiya wî ya fîzîkî çareseriya ji tevahî dozan, bi taybet jî ji bo doza kurdî re ye. Her wiha dikarin pirsgirêkên li Sûriyeyê, Tirkiyeyê û tevahî Rojhilata Navîn çareser bike."

Nûra Omer destnîşan kir Rêber Abdullah Ocalan tenê fîzîkî di zindanê de ye, lê bi fikir û felsefeya xwe di hizirê tevahî civakê de ye û got: “Rêber Abdullah Ocalan di her peyameke xwe de banga aştî û civaka demokratîk dike. Ji bo aştî pêk were divê destpêkê Rêber Abdullah Ocalan bi fîzîkî azad bibe û di nava gelê xwe de be. Ji ber ku Rêber Abdullah Ocalan mifteya çareseriyê û aştiyê ye li Rojhilata Navîn.”

Nûra Omer di dewama axaftina xwe de a diyar kir ku Rêber Abdullah Ocalan hişt ku rola jinan di nava civakê de xurttir bibe û di her qadekê de cih bigirin. Ne tenê li Rojavayê Kurdistanê, bandora jinên têkoşer li tevahî cîhanê belav bû.

Nûra Omer xwest mafê hêviyê yê Rêber Abdullah Ocalan pêk were û azadiya wî ya fîzîkî mîsoger bibe.

Endama Meclisa Kongra Star a Hesekê Leyla Hesen tecrîda li ser Rêber Abdullah Ocalan wek tecrîda li ser mirovahiyê bi nav kir û got ew jin ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan çi ji wan were xwestin amade ne bikin.

Leyla Hesen anî ziman ku felsefeya Rêber Abdullah Ocalan çareseriyê ji hemû gelan, bi taybet gelê Kurd re datîne û bang li rêxistinên navneteweyî kir ku wî fîzîkî azad bikin.

Ji rêveberên Meclisa Kongra Star a Hesekê Beyan Xelîl jî daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan kir û got: “Em jin her li kolan bin û çalakiyên me berdewam bin. Divê tevahî Rêxistinên navneteweyî bi erka xwe rabin û Rêber Abdullah Ocalan bi fîzîkî azad bikin. Di heman demê de divê tevahÎ gel û jin ji bo azadiya Rêber Abdullah Ocalan li qadan bin."

(bb)

ANHA