Li Siwêdayê nîşaneyên rêveberiya xweser

Piştî ku komîteya qanûnî ya bilind a ku serokatiya rohanî ya durziyan ava kiriye, damezirandina ofîsa rêveberî ya demkî û erkdarkirina fermandarekî nû ji hêzên ewlehiya hundirîn re, nîşaçeyên xwebirêvebirinê li bajarê başûrê Sûriyeyê xuya bûn.

Li Siwêdayê nîşaneyên rêveberiya xweser
6 tebax, 2025   22:58
NAVENDA NÛÇEYAN

Komîteya Qanûnî ya Bilind a Siwêdayê ku ji aliyê serokatiya rohanî ya durziyan ve hatiye avakirin, bi daxuyaniyekê ragihand ku wê ji bo birêvebirina kar û barên bajêr û gundewarê wê ofîsa rêveberî ya demkî ava kiriiye. Her wiha fermandarekî nû ji hêzên ewlehiya hundirîn re erkdar kiriye. 

Di daxuyaniyê de wiha hate nivisîn: “Siwêda di pêvajoyeke hesas û girîng re di encama sûc û binpêkirinên hêzên hikumeta veguhêz û komên çekdar ên girêdayî wê de der bas dibe. Lewma ji bo peydakirina pêdiviyên şêniyan û birêvebirina saziyan, pêwîstî bi tevgereke birêxistinkirî hebû.”

Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku birêvebirina kar û barên rêveberî, ewlehî û xizmetguzarî ya parêzgehê, parastina saziyên giştî û taybet, tunekirina gendeliyê û rakirina zulmê li ser welatiyan, ji erkên komîteyê ye.

Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin wê komîteyên şaxî yên pisporê alîkariyên xêraxwaziyê, lêkolînkirina rastiyan û sûcan, kar û barên windahiyan, kar û barên şehîdan û birîndaran, şopandina xebatên nexweşxaneyan û xebatên tenduristiyê, perwerdeyê, aborî û jîngehê, bên avakirin.

Di daxuyaniyê de hate aşkerakirin ku Mahir Xalib El Endarî bû sekreterê giştî yê parêzgehê, kolonêl Şekîb Ecwed Nasir bû fermandarê hêzên ewlehiya hundirîn û kolonêl Enwer Adil Ridwan bû sekreterê wî.

(şx)