Komên çekdar ên Iraqê: Heta hêzên Koalîsyonê ji Iraqê dernekevin em çekan radest nakin

Serkirdeyekî di nava komên çekdar ên Heşdî Şebî de got “Heya hêzên Koalîsyonê ji Iraqê dernekevin, em çekên xwe radest nakin.”

Komên çekdar ên Iraqê: Heta hêzên Koalîsyonê ji Iraqê dernekevin em çekan radest nakin
22 kanûn, 2025   15:11
NAVENDA NÛÇEYAN

Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) ji bo nehiştina komên çekdar ên li Iraqê, zexteke mezin li Iraqê dike. Bi taybet jî peyamên dawîn ên nûnerê kar û barên Iraqê yê DYA’yê Mark Savaya cidiyeta heyî radixin ber çavan.

Herî dawî Mark Savaya ragihand ku ew bi amadebûna komeke çekdar a ji bo çekdanînê kêfxweş in û gotibû: “Lê ev têrê nake, divê pêvajoya bêçekkirinê li seranserê Iraqê were bicihanîn. Iraq niha di nava krîzeke kûr deye, yan dê serweriya qanûnî û aramî yan jî dê parçebûn û bêewlehiyê hilbijêre.”

Der barê mijarê de şîrovekarên ji Iraqê ji Rojnewsê re axivîn. Şîrovekar Ebas Ciburî da zanîn ku komên niha behsa wan tê kirin, li parlamentoya Iraqê xwediyê 90 kursiyan in û got: “Ev dibe sedem ku ew kom di proseya siyasî de bibin hevbeşek sereke. Ew kom jî danîna çekan red dikin û dixwazin hêzên Amerîka û Tirkiyeyê ji xaka Iraqê derbikevin.”

Şîrovekar Elî Hebîb jî guherîna awayê peyamên di navbera DYA û komên çekdar de, tenê manewrayeke siyasî ye û got: “Hebûna komên çekdar yên dervey desthilatê, dikare rê liber naskirina hikumeta nû ya Iraqê li ser qada navnetewî bigire.”

Li ser heman mijarê serkirdeyek komên çekdar ê ku nexwest navê xwe aşkera bike, ji ajansê re û got: “Rewş hestiyar e, heya ku hêzên Hevpeymana Navnetewî ji Iraqê dernekevin, em çekan radest nakin. Mixabin helwesta beşek ji Miqawmeî Îslamî ya ji bo piştgiriya ji bo gavên sînordarkirina çekan, dibe despêkek ji bo hilweşandina hêzên Heşdî Şeebî. Em çekên xwe radest nakin, ji ber ku Miqawmeî Îslamî nûnertiya projeyek avakirî ya dijî planên Waşînton ên li Iraqê dike.”

Heman serkirde behsa peyamên Mark Savaya jî kir û got: “Kesek xwedî vê taybetmendiyê be, nikare pêşeroja Iraqê diyar bike, wê Miqawemeî Îslamî rûbirûyî hemû destwerdanên derve ên ku serweriya welatê me binpê dikin, bibe.”