QSD: Zêdetirî 37 çete li derdora Tişrînê û gundewarê Minbicê hatin kuştin

Navenda Ragihandinê ya QSDˋê diyar kir ku di bersivdana êrişên îro yên li derdora Bendava Tişrîn û gundewarê başûrê rojhilatê Minbicê de zêdetirî 37 çeteyên dewleta Tirk a dagirker hatin kuştin û gelek wesayîtên leşkerî hatin rûxandin.

QSD: Zêdetirî 37 çete li derdora Tişrînê û gundewarê Minbicê hatin kuştin
9 ÇILE, 2025   00:19
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Ragihandinê ya Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) têkildarî bersivdana êrişên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê li gundewarê başûrê rojhilatê Minbicê de daxuyaniyek da.

Berfirehiya daxuyaniya QSDˋê wiha ye:

"Hêzên me di tevahî eniyan de bersivên tund da êrişên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê. Di encama bersivdana êrişan de kuştî û birîndarên çeteyan çêbûn û gelek wesayîtên wan ên leşkerî hatin rûxandin.

Saet 10:40 vê sibehê, çeteyên dewleta Tirk a dgairker bi piştevaniya balafirên şer û bêmirov ên dewleta Tirk êrişeke dijwar li dijî gundên Elûş û Til Erîş, her wiha Girê Siryatil ên li derdora Bendava Tişrînê yên li gundewarê başûrê rojhilatê Minbicê pêk anî. Di encamê de di navbera hêzên me û çeteyan de pevçûnên dijwar rû da, bi dehan çete hatin kuştin. Her wiha hat pişratkirin ku cenazeyên 37 çeteyan hatin dîtin, tankek û 4 erebeyên veguhastina çeteyan hatin rûxandin û derbe li 2 erebeyên bi cureya BMB hat dayîn.

Di heman demê de hêzên me li derdora Girê Siryatil kemînek ji çeteyan re veda, gelek çete hatin kuştin û gelek jî revîn.

Saet di 13:30ˋan de komek ji 25 çeteyan êrişî gundê Til El Zemalê kir, di encamê de pevçûnên dijwar rû dan. Bi wê re 3 çete hatin kuştin, erebeyeke doçka li ser hate rûxandin û derbe li erebeya BMB hat xistin. Dûre çete ji ber derbên giran ên hêzên me ji qada şer reviyan.

Hemwextî van êrişan, êrişên bi çekên giran li dijî herêmê nesekinin û balafirên bêmirov li herêmê digerîn û gelek cihên hêzên me bomebaran kirin.

Pevçûnên dijwar ên di navbera hêzên me û çeteyan de ji saet 10ˋê sibehê heta 5 êvarê dewam kirin. Hîna cenazeyên çeteyan li nava eraziyan in û ji ber derbeyên hêzên me nikarin çeteyên xwe rakin.

Bi giştî bi dehan çete hatin kuştin, lê 37 cenazeyên çeteyan hatin belgekirin, 4 çete di şer de birîndar bûn, tankek û 5 wesayîtên leşkerî hatin rûxandin û derbe li 3 erebeyên leşkerî yên BMB hatin xistin.

Di encama berxwedana hêzên me li dijî êrişên artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê de 6 şervanên me şehîd bûn û 9 şervan jî birîndar bûn."

(fr)