Li Helebê zarokê revandî piştî 20 rojan kuştî hat dîtin

Li bajarê Helebê zarokek 20 rojan hat revandin, malbata zarok ji bo serbestberdana wî 3 hezar dolar dan, lê tevî wê jî zarok hat kuştin. Ev bûyer bû sedema hêreseke mezin.

Li Helebê zarokê revandî piştî 20 rojan kuştî hat dîtin
2 sibat, 2026   11:38
NAVENDA NÛÇEYAN

Zarokê bi navê Mihemed Ehmed El Esaf li taxa El Şear a Helebê ji hêla kesên nenas ve hat revandin, piştî 20 rojan cenazeyê zarok hat dîtin.

Li gorî agahiyan malbata zarokê ji bo serbestberdana kurê xwe 3 hezar dolar dabûn kesên ku ew revandibûn, lê tevî wê jî ew hat kuştin.

Piştî ku cenazeyê zarok hat dîtin bi çend demjimêran hêzên ewlekariyê yên hikumeta demkî ragihand ku wan ew kesê ku zarok revandiye girtine, ev yek bû cihê gelk pirs û gumanan. Xelk dipirse ka çima sûcdar 20 rojan nehat naskirin, lê piştî kuştina zarok bi çend demjimêran hat naskirin û girtin.

Hêzên hikumetê wêneyê kesê sûcdar û navê wî eşkere nekir, vê yekê ihtimala ku hikumet hin aliyên ku destên wan di sûcê de heye diparêze, xist rojevê.

Çalakvanan diyar kirin ku ev bûyer ne kiryareke takeseî ye, lê nîşana têkçûna rewşa ewlehyê û hilweşîna sistema dadweriyê ye. Çalakvanan gotin ku zarokê bi navê Mihemed El Esaf "du caran hat kuştin" carkê bi destê kesên ku revadndin û carekê jî bi destê rayedarên ku hûrgiliyên sûcê vedişêrin.

Çalakvanan doza lêpirsîneke zelal kirin da ku sûcdar bêne eşkrerkirin û darizandin.

(k)