HRANA: Li Îranê 6 hezar û 842 xwepêşander hatine qetilkirin

Rêxistina HRANA’yê eşkere kir ku heta niha zêdetirî 6 hezar kesan di xwepêşandanên li Îran û Rojhilatê Kurdistanê de ji aliyê rejîma Îranê ve hatine qetilkirin. Her wiha zêdetirî 49 hezar xwepêşander jî hatine binçavkirin.

HRANA: Li Îranê 6 hezar û 842 xwepêşander hatine qetilkirin
2 sibat, 2026   11:35
NAVENDA NÛÇEYAN

Rêxistina Mafên Mirov a HRANA’yê amarek nû li ser kuştin, birîndarkirin û binçavkirinên di dema xwepêşandanên li Îran û Rojhilatê Kurdistanê de belav kir.

Li gor amarên HRANA’yê, ji despêka xwepêşandanan ve ango ji 28’ê Kanûna 2025’an ve 6 hezar û 842 xwepêşander hatine qetilkirin. 49 hezar û 70 xwepêşander hatine binçavkirin. Her wiha 11 hezar û 21 xwepêşander jî birîndar bûne.

Hatiye diyarkirin ku di nava xwepêşanderên hatine kuştin de 146 ji wan zarokên temenê wan di jêr 18 saliyê de bûn. Her wiha 214 kes ji wan jî endamên hêzên ewlehiyê yê rejîma Îranê ne, 57 kes jî welatiyên ku tevlî xwepêşandanan nebûne, lê hatine kuştin.

Her wiha hatiye diyarkirin ku 11 hezar û 46 kes bangî saziyên ewlehiyê hatine kirin û îfadeyên bi darê zorê yên 296 xwepêşanderan jî hatine tomarkirin.