Çekdaran li Nîjeryayê êrişî qereqol û dêrekê kirin: 5 kes hatin revandin

Çekdaran li Nîjeryayê êrişî qereqoleke polîsan kirin, dêrekê şewitandin û 5 kes revandin.

Çekdaran li Nîjeryayê êrişî qereqol û dêrekê kirin: 5 kes hatin revandin
2 sibat, 2026   11:39
NAVENDA NÛÇEYAN

Polîsên Nîjeryayê bi daxuyaniyekê ragihandin ku çekdaran li herêma Agwara ya navenda Nîjeryayê êriş birin ser qereqolekê, piştre êrişî dêra Metodist a Yekbûyî kirin û beşek ji wê şewitandin, her wiha 5 kes jî revandin.

Di mijdara borî de  komên çekdar li heman herêmê êrişî dibistana Katolîk kirin û nêzî 300 şargirt revandin. Desthilata Nîjeryayê di destpêka kanûnê de ragihand ku 100 şagirt hatin azadkirin, lê aqûbeta yên din nehat zanîn.

Artêşa Nîjeryayê roja şemiyê ragihand ku çeteyekî koma Boko Hiram bi navê Ebû Xalid û 10 çeteyên din di operasyonekê de li daristana Sambisa ya eyaleta Borno ya bakurê rojhilatê welat hatin kuştin.

(b)