Li Helebê panela ’Diyaloga nîştimanî bingeha avakirina Sûriyeya nû ye’

Di panelekê de girîngiya diyaloga nîştimanî ji bo avakirina Sûriyeya nû ya li ser bingehêa nenavendîtî, demokrasî û pirrengiyê hat vegotin.

Li Helebê panela ’Diyaloga nîştimanî bingeha avakirina Sûriyeya nû ye’
Li Helebê panela ’Diyaloga nîştimanî bingeha avakirina Sûriyeya nû ye’
Li Helebê panela ’Diyaloga nîştimanî bingeha avakirina Sûriyeya nû ye’
Li Helebê panela ’Diyaloga nîştimanî bingeha avakirina Sûriyeya nû ye’
Li Helebê panela ’Diyaloga nîştimanî bingeha avakirina Sûriyeya nû ye’
Li Helebê panela ’Diyaloga nîştimanî bingeha avakirina Sûriyeya nû ye’
Li Helebê panela ’Diyaloga nîştimanî bingeha avakirina Sûriyeya nû ye’
3 kanûn, 2025   19:07
HELEB

Nivîsgeha Têkiliyan a Meclisa Partiya Sûriyeya Pêşerojê ya Helebê panelek bi navê "Diyaloga nîştimanî ya giştî bingeha avakirina Sûriyeya nû-yekbûna helwesta sûriyeyî" li dar xist. Panel li hola civînan a MSD`ê ya li taxa Şêxmeqsûdê bi amadebûna nûnerên partiyên siyasî, rêxistinên civaka sivîl, kesayetên serbixwe û tevgerên jinan hat lidarxistin.

Piştî deqeya rêzgirtinê, endamê Nivîsgeha Têkiliyan a Partiya Sûriyeya Pêşerojê Mari El Şiblî nêrîna partiyê xwend û got: "Partiya Sûriyeya Pêşerojê armanc dike ku ji bo avakirina Sûriyeya nû divê xebatek hevbeş pêş bikeve. Nabe tu pêkhate ji vê xebatê were dûrxistin. Di heman demê de divê veguherînek demokratîk a bi kalîte di jiyana siyasî û aborî de pêk were ku tevahî hemû netewe û olan bi hev re û bi mafên xwe yên îfadekirina nasnameya xwe bijîn."

El Şibilî destnîşan kir ku Partiya Sûriyeya Pêşerojê diyaloga nîştimanî wekî stûna bingehîn ji bo destpêkirina her pêvajoyek avakirina domdar dibîne û got, divê saziyên dewleta neteweyî yên berfireh werin avakirin û destûrek li ser bingeha sîstemek demokratîk a nenavendî û desthilatdariya parlemanî ya pirrengî were nivîsandin.

Beşdaran jî li ser mijarê nêrînên xwe anîn ziman. Serokê Meclisa Elewiyên Kurd ên Sûriyeyê Pîr Comerd Sito girîngiya aştî, ewlehî û parastina nasnameyê hemû pêkhateyên Sûriyeyê vegot û diyar kir ku divê destûrek were avakirin ku pirrengiya welat di ber çavan re bigire da ku Sûriyeya siberojê di hemû qadan; civakî, aborî, olî û bîrdozî û siyasî de bibe nimuniyeke bêhempa.

Endama Tevgera Nîştimanî ya Sûriyeyê rojnamevan Lorîn Miri jî anî ziman ku hinek komele, rêxistin û partiyan roleke sereke di têkoşîna li dijî gotinên nefretê de lîstin û girîngî dan diyaloga nîştimanî.

(bb)

ANHA