Geşedanên siyasî ji şêniyên Hesekê re hatin şîrovekirin

Hevserokê MSD'ê destnîşan kir ku Sûriye di qonaxeke tevlihev re derbas dibe û pêwistî bi hişyarbûna kesayetên civakî û gel heye.  El Mislit diyar kir ku divê destûreke nû ku mafên hemû pêkhateyan mîsoger bike were nivîsandin.

3 kanûn, 2025   19:00
HESEKÊ

Partiya Sûriyeya Pêşerojê û Meclisa Sûriyeya Demokratîk (MSD) bi armanca şîrovekirina geşedanên siyasî civîneke berfireh li hola Serdem a bajarê Hesekê yê kantona Cizîrê li dar xist. Di civînê de bi dehan şêniyên bajêr û nûnerên partiyên siyasî û saziyên sivîl û leşkerî beşdar bûn.

Di civînê de hevserokê MSD'ê Mehmûd El Mislit rewşa siyasî ya herêmê nirxand û got: "Sûriye û herêm bi giştî di qonaxeke hestiyar û dijwar re derbas dibe. Pêdiviya vê qonaxê bi hişyarbûna pêşengên civakî heye. Divê rûspî û jin di diyarkirina siberoja Sûriyeyê de rola xwe bilîzin."

El Mislit bi bîr xist ku kantona Cizîrê xwedî dîrokeke kevnar e û bi hemû pêkhateyên wê li hemberî hemû cûreyên terorê sekinîn û got, ew rê nadin ku senargoyên dema rejîma berê ku pêkhate paşguh kiribûn, careke din dûbare bibin.

El Mislit di dewama axaftina xwe de destnîşan kir ku pêvajoyên siyasî û dan û standin li ser Sûriyeyê hene, lê belê divê gelê Sûriyeyê jî di diyarkirina pêşerojê de rola xwe ya sereke bilîze û wiha domand: "Divê em Sûriye û Cizîrê pêş bixin. Em bi hemû pêkhateyên Sûriyeyê re ne, ne tenê bi yekê re ne. Em tev sûriyeyî ne, yek welat jî me dihewîne."

El Mislit got ku ji bo pêkanîna çareseriyên guncaw ku hemû alî jê razî bin, divê tevahî Sûriyeyî di danûstandinan de beşdar bin û destûreke nû ku mafên hemû pêkhateyan mîsoger bike were nivîsandin, her wiha civînên giştî bi hemiyan re werin lidarxistin.

El Mislit di dawiya axaftina xwe de got: "Em îro siberoja Sûriyeyê diyar dikin. Lihevhatina nştimanî jî ji Cizîrê dest pê dike."

Civîn bi nirxandinên beşdaran bi pirs û bersivan bi dawî bû.

(mh)

ANHA