Li Lubnanê rûniştina têkildarî jineolojiyê û têkoşîna li dijî tundiyê

Komîteya Jineolojiyê li Lubnanê rûniştinek bi armanca şîrovekirina Zanista Jineolojiyê û rola wê di pêşxistina hişmendiya civakî û şêweyên têkoşîna li dijî tundiya li ser jinan de li dar xist.

Li Lubnanê rûniştina têkildarî jineolojiyê û têkoşîna li dijî tundiyê
Li Lubnanê rûniştina têkildarî jineolojiyê û têkoşîna li dijî tundiyê
Li Lubnanê rûniştina têkildarî jineolojiyê û têkoşîna li dijî tundiyê
Li Lubnanê rûniştina têkildarî jineolojiyê û têkoşîna li dijî tundiyê
Li Lubnanê rûniştina têkildarî jineolojiyê û têkoşîna li dijî tundiyê
Li Lubnanê rûniştina têkildarî jineolojiyê û têkoşîna li dijî tundiyê
30 mijdar, 2025   21:45
NAVENDA NÛÇEYAN

Di çarçoveya kampanyaya 16 Rojên Têkoşîna li dijî Tundiya li ser Jinan de, Komîteya Jineolojiyê ya li Bîqa El Xerbî ya Lubnanê rûniştineke diyalogê organîze kir. Di rûniştinê de têgeha jineolojiyê, şêweyên tundiyê û rêbazên têkoşîna li dijî wê hatin şîrovekirin.

Endama komîteyê Mehasin Mudelele axaftina destpêkê kir û bixêrhatina beşdaran kir. Mehasin girîngî da rûbirûbûna li dijî tevahî şêwe û bandorên tundiyê û rêbazên çareseriyê yên guncaw ên bidawîkirinê pêşkêş kirin.

Piştî Mehasin, endama Jineolojiyê ya li Rojhilata Navîn Zehîde Mamo jineolojî weke têgeh û zanist şîrove kir û bal kişand ser rola wê di pêşxistina hişmendiya civakî de.

(ac/fr)

ANHA