Li Helebê forumek hate lidarxistin

Meclisa Olî a Helebê û Kongreya Îslama Demokratîk forumek li Helebê li dar xist.

Li Helebê forumek hate lidarxistin
Li Helebê forumek hate lidarxistin
Li Helebê forumek hate lidarxistin
Li Helebê forumek hate lidarxistin
Li Helebê forumek hate lidarxistin
Li Helebê forumek hate lidarxistin
Li Helebê forumek hate lidarxistin
22 îlon, 2025   15:48
HELEB

Forum bi sernavê "Nêrîna siyasî û olî ya Kongreya Îslama Demokratîk der barê  avakirina Sûriyeya nû de" bi tevlêbûna siyasetmedar, oldae û nûnerên saziyên civaka sivîl, li hola Meclisa Sûriyeya Demokratîk hat lidarxistin.

Piştî deqeyeke rêzgirtinê endama Kongreya Îslama Demokratîk û rêvebera Ofîsa Jinan a Meclisa Olî ya Helebê Nisrîn Îbrahîm beşe yekem ya forumê bi rê ve bir.

Di beşa yekem de Nisrîn Îbrahîm nêrîna îslama demokratîk ji bo avakirina Sûriyeyek nû vegot û got li Sûriyeyê li dijî hin pêkhateyan gotara nefretê hatiye kirin û mizgeft û saziyên olî wek platformên nefretê û tundiyê hatine bikaranîn.

Nisrînê diyar kir ku ev kiryar aştiya civakî û nirxên jiyana hevbeş têk dibe û Kongreya Îslama Demokratîk bi tundî li dijî van kiryaran e.

Beşda duyemîn, têkildarî danasîna Kongreya Îslama Demokratîk bû û ji hêla endamê Meclisa Olî şêx Yihya Mehmûd ve hate şîrovekirin.

Şêx Mehmûd destnîşan kir ku îslama demokratîk alternatîfek pratîk a tundî û tundrawiyê ye. Ew ol û berpirsiyariya civakî bi hev ve girê dide û diyalog û şêwirdariyê wek rêyeke ji bo çareserkirina nakokiyan dibîne.

Piştre beşdarên forumê nêrîn û pirsên xwe der bare nêrîna îslama demokratîk a li ser olên din anîn ziman.

Di dawiya forumê de rêveberê Meclisa Olî ya Helebê şêx Elî El Hesen bersiva pirsên beşdaran da.

(k)