Li Humsê cenazeyek hate dîtin

Li bajarê Suxne yê parêzgeha Humsê welatiyan cenazeyek dît.

Li Humsê cenazeyek hate dîtin
22 îlon, 2025   15:44
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê ragihand ku şêniyên herêma El Dibyat a bajarê Suxne yê parêzgeha Humsê, cenazeyê kesekî nenaskirî dîtiye. 

Li gorî nûçeya navendê, cenaze ya kesekî nenaskirî ye û di demên berê de hatiye kuştin. Herêma lê hate dîtin derdora 2 kîlometreyan dûrî bîra xazê ya wê herêmê ye.

Di 12’ê Îlonê de jî li taxa El Rifayî ya Humsê dema şêniyan 3 cenaze dîtin ku 2 ji wan jin bûn û nasnameya wan jî nehetiye zanîn.

(dc)