Li Helebê Festîvala Şehîd Hogir a 4ˊemîn dest pê kir

Li taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê yên Helebê Festîvala Şehîd Hogir a 4ˊemîn dest pê kir.

2 mijdar, 2025   17:57
HELEB

Li Yarîgeha Berxwedana Taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê ya herêma Şiqeyêf a Helebê Festîvala Şehîd Hogir a Xwendekaran a 4ˊemîn bi dirûşma "Ji qadên werzîşê heta fezayên zanist û hunerê. Bi ruhê xwendekarên afrîner civaka demokratîk ava bikin" dest pê kir.

Di festîvalê de şênî, endam û nûnerên saziyên sivîl, partiyên siyasî, meclis û komînan amade bûn.

Çalakiyê festîvalê bi deqeyek rêzgirtin û axaftina endamê Yekitiya Xwendekarên Welatparêz a Sûriyeyê Şiyar Reşo dest pê kir. Reşo got ku armanc ji festîvalê derfetên ji bo hevnaskirinê û xurtkirina karê komî werin vekirin û ji bo were îsbatkirin ku xwendekar ne tenê weke alavê wergirtina agahiyan e, lê ew çêkerên çandê û parêzvanên wê ne.

Endama Meclisa Werzîşê Zeyneb Ebdo axivî û got di festîvalê de ruhê xurt ê werzîşê li ba ciwanan tê xurtkirin.

Piştre xwendekar lîstikên futbol, voleybol, pîngpong, kişik û kişandina werîsê lîstin.

Li gorî organîzetorên festîlvalê festîval sibe bi çalakiyên hunerî û çandî bi dawî dibe.

(mh/fr)

ANHA