Li Helebê bîranîna 4 şehîdan

Li taxa Şêxmeqsûd a Helebê ji bo bîranîna 4 şehîdan merasîmek hat lidarxistin.

Li Helebê bîranîna 4 şehîdan
Li Helebê bîranîna 4 şehîdan
Li Helebê bîranîna 4 şehîdan
Li Helebê bîranîna 4 şehîdan
Li Helebê bîranîna 4 şehîdan
Li Helebê bîranîna 4 şehîdan
Li Helebê bîranîna 4 şehîdan
Li Helebê bîranîna 4 şehîdan
Li Helebê bîranîna 4 şehîdan
Li Helebê bîranîna 4 şehîdan
Li Helebê bîranîna 4 şehîdan
Li Helebê bîranîna 4 şehîdan
5 sibat, 2025   15:20
HELEB

Meclisa Malbatên Şehîdan a Helebê ji bo bîranîna şervanên Hêzên Rizgariya Efrînê (HRE) Telal Belbûl (Wehîd Sefer) û Canfeda Efrîn (Mihemed Elî) û şervanê QSD’ê Piling Efrîn (Îsam Îsa) yên dawiya 2024’an li Şehbayê di berxwedana li hemberî êrişên çeteyên dewleta Tirk a dagirker de şehîd bûne û şehîdê sivîl Kawa Şêxê, merasîmek li dar xist.

Merasîma bîranînê li Qada Şehîdan a li taxa Şêxmeqsûdê bi amadebûna bi sedan şêniyan, nûnerên partiyên siyasî, saziyên sivîl û Hêzên Ewlekariya Hundirîn hat lidarxistin.

Merasîmê bi deqeyeke rêzgirtinê dest pê kir. Piştre hevşaredara taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê Emîne Beyrem bi navê Meclisa Malbatên Şehîdan axivî. Emîneyê bal kişand ser fedakariyên şehîdan û got: "Ji bo em bi azad û rûmet bijîn berdêlên giran dan. Ji bo dilsoziya bi şehîdan re divê em şopdarên rêya wan bin û hêviyên wan bi cih bînin û tola wan rakin."

Ji fermandarên Meclisa Leşkerî ya Helebê Hemze Heleb jî soza tolhildanê da û got: "Heya kêliya dawîn li ber xwe dan, bi saya wan me destkeftî bi dest xistine û hebûna me li cîhanê hat naskirin."

Piştî axaftinan wesîqeyên her çar şehîdan hatin xwendin û radestî malbatên wan hatin kirin.

Merasîm bi dirûşman bi dawî bû.

(bb)

ANHA