Berxwedana QSD’ê ya li Tişrîn û Qereqozaqê dewam dike

Li bendava Tişrînê û pira Qereqozakê berxwedana QSD’ê ya li dijî dagirkeriya Tirk û çeteyên wê dewam dike. QSD’ê da zanîn ku şervanên wan duh jî bersivên bibandor dane êrişên dagirkeran.

Berxwedana QSD’ê ya li Tişrîn û Qereqozaqê dewam dike
5 sibat, 2025   15:14
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Ragihandinê ya QSD’ê der barê bîlançoya duh a çalakiyên li hemberî êrişên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê de daxuyaniyek weşand.

Daxuyanî wiha ye:

"Hêzên me di çarçoveya parastina rewa de, li derdora Bendava Tişrînê û Pira Qereqozaqê li nuqteyên artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê xist.

Hêzên me duh (sêşem) li gundewarên bakurê Bendava Tişrînê (başûrê rojhilatê Minbicê) çalakiyek li dijî kombûneke çeteyên dewleta Tirk a dagirker li dar xist. Di encama çalakiyê de kuştî û birîndarên çeteyan çêbûn, lê hejmara wan nehat zanîn. Balafirên şer û yên bêmirov ên biçek ên dewleta Tirk a dagirker duh gelek êriş pêk anîn. Hemwextî bombebaranê, bi obîsan derdora Bendava Tişrînê bi dijwarî topbaran kirin. Êrişên bi balafiran avahiya Bendava Tişrînê jî kirin hedef. Di saetên vê sibehê de jî dewleta Tirk a dagirker bi balafirên şer û yên bêmirov derdora Bendava Tişrînê bombebaran kir.

Li eniya Qereqozaqê jî, hêzên me 2 çalakî li dijî baregehên artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê yên li Girê Qereqozaqê û Girê Newroz pêk anîn, encamên her du çalakiyan hîna nehatin zanîn. Piştre balafirên şer gundê Xeseq ê li başûrê Kobanê bombebaran kir. Di heman demê de bi obîsên giran, moşek û hewanan gundên Tîna, Cada, Bîr Hiso, Dîkan, Melha, girên Sêvê û Qereqozaqê topbaran kirin.

Tevgera balafirên bêmirov li eniya Dêr Hafirê dewam kir. Her wiha dronên xwekuj ên artêşa Tirk a dagirker nuqteyeke hêzên me bombebaran kir, lê tu windahî çênebûn."

(bb)

ANHA