Jinan geşedanên siyasî û rewşa xwe nîqaş kirin

Jinan geşedanên siyasî yên li ser asta Sûriyeyê, rola jinên sûriyeyî di pêvajoya heyî de û berxwedana li hemberî êrişên dagirkeriyê yên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê nîqaş kirin. Jinan diyar kir ku divê di hemû qadan de têkoşîn were mezinkirin.

Jinan geşedanên siyasî û rewşa xwe nîqaş kirin
5 sibat, 2025   15:37
QAMIŞLO

Meclisa Jinan a PYD’ê bi armanca nirxandina geşedanên siyasî yên li ser asta Sûriyeyê û rewşa jinan, civînek li bajarê Çilaxa yê kantona Cizîrê li dar xist. Jinên bajar, endamên Meclisa Malbatên Şehîdan û saziyên sivîl beşdarî civînê bûn.

Di civînê de destnîşankirina Ebû Mihemed El Colanî wek serokê Sûriyeyê, lidarxistina "Kongreya Serkeftinê" ku kujerê sekretera giştî ya Partiya Sûriyeya Pêşerojê Hevrîn Xelef, serçete Hatim Ebû Şeqra û çete Ebû Emşe lê amade bûn, hatin nirxandin.

Jinan di civînê de girîngiya beşdarkirina jinan di qada siyasî, avakirina Sûriyeya nû û danîna destûra nû ya welat nîqaş kirin.

Hevseroka Nivîsgeha Rêxistinî ya Giştî ya PYD’ê Valentîna Ebdo axivî û got: "Di vê pêvajoyê de tê xwestin ku her kes bi taybetî gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji plan û komployên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê hişyar be."

Valentîna Ebdo anî ziman ku dewleta Tirk bi rêya belavkirina xîtaba nefretê û şerê taîfî û nîjadperestiyê şerê taybet dimeşîne da ku projeya neteweya demokratîk a li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê tune bike.

Rêvebera Meclisa Jinan a PYD’ê Nicûda Faris jî bal kişand ser berxwedana gel, QSD û YPJ’ê û da zanîn ku berxwedanê planên dagirkirinê yên dewleta Tirk têk birin. Nicûda her wiha got: "Em jin me di dirêjabiya 14 salên şoreşê pêşengtî kir. Em ê di heman astê de têkoşîna li hemberî pergalên dîktagor û tundrew ên dixwazin nasnameya jinan rabikin û rola wan tune bikin, bidomînin."

(bb)

ANHA