′Em ê li qadên têkoşînê bin heta azadiya fîzîkî ya Rêbertî pêk were′

Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyeyê û Yekitiya Jinên Ciwan gotin dê li qadên têkoşînê bin ta azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan were mîsogerkirin.

′Em ê li qadên têkoşînê bin heta azadiya fîzîkî ya Rêbertî pêk were′
′Em ê li qadên têkoşînê bin heta azadiya fîzîkî ya Rêbertî pêk were′
′Em ê li qadên têkoşînê bin heta azadiya fîzîkî ya Rêbertî pêk were′
′Em ê li qadên têkoşînê bin heta azadiya fîzîkî ya Rêbertî pêk were′
30 cotmeh, 2023   21:31
QAMIŞLO

Di çarçoveya pêngava cîhanî ya bi dirûşma "Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji pirsgirêka Kurd re çareseriya siyasî" de  ku di 10'ê Cotmehê de li 74 navendên li seranserî cîhanê hate ragihandin, Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyeyê ya navçeya Girkê Legê daxuyaniyek da.

Daxuyanî li qada Şehîd Xebat ji aliyê endamên Yekitiya Jinên Ciwan Emşe Ebdî û Wefa Elî ve hat xwendin.

Di daxuyaniyê de hate bibîrxistin ku komploya navneteweyî ya li dijî Rêber Abdullah Ocalan ketiye sala xwe ya 26′an. Hate diyarkirin ku dewleta Tirk daxwazên parêzeran ên dîtina Rêber Abdullah Ocalan red dikin û bi hincetên ne rast ′Cezayên dîsîplînê′  dide Rêber Abdullah Ocalan.

Ciwanan di daxuyaniyê de îşaret bi vê yekê kirin ku ramanên Rêber Abdullah Ocalan rêya rizgarkirina gelên herêmê ji planên herêmî û navneteweyî ye û gotin: ′′Berxwedana gelê me ya li ser şopa fikrê Rêber Abdullah Ocalan planên dijmin têk birin. Gel têgihiştine ku azadiya wan bi azadiya Rêber Abdullah Ocalan ve girêdayî ye.′′

Ciwanan  piştgirî dan pêngava cîhanî ya ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan û çareserkirina pirsgirêka Kurd û wekî gaveke pîroz nirxand. Her wiha got, dê li qadên têkoşînê bin ta azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan were mîsogerkirin.

Piştî xwendina daxuyaniyê dirûşmên "Bê Serok jiyan nabe" û "Bijî berxwedana Îmralî′′ hatin berzkirin.

(mh)

ANHA