Ciwanên enternasyonalîst serdana Şengalê kirin

Delegasyoneke ciwanên enternasyonalîstên ji Ewropayê serdana Şengalê kirin û rewşa Şengal ji nêzve şopandin. Delegasyon ji aliyê TAJÊ ve hat pêşvazîkirin.

Ciwanên enternasyonalîst serdana Şengalê kirin
3 îlon, 2024   12:10
NAVENDA NÛÇEYAN

Bi boneya 10’emîn salvegera fermana Şengalê, delegasyoneke ciwanên enternasyonalîstên ji Awropayê hatin Şengalê. Koma enternasyonalîst di nava hefteyekê de serdana gelek malbatên Êzidî yên li Şengalê kirin û beşdarî çalakiyên ku hatine kirin bûn. Ji nêz ve rewşa Şengalê ya piştî fermanê û êrîşên dewleta Tirk yên bi hevkariya PDK’ê şopandin

 Delegasyon di serdana meclisa TAJÊ de ya li navçeya Sinûnê de bi germahî hatin pêşwazîkirin.