Li Hecînê û Çilaxa karê xizmetguzariyê didomin

Yekitiya Şaredariyan a kantona Dêrazorê dest bi qîrkirina rêya sereke ya Hecînê kir, di heman demê de li bajarê Çilaxa ya kantona Cizîrê şaredariyê xebatên firehkirina kanalîzasonên 4 taxan hatin destpêkirin.

10 cotmeh, 2024   06:40
NAVENDA NÛÇEYAN

Yekitiya Şaredariyan dest bi qîrkirina rêya giştî ya bajarê Hecînê ya kantona Dêrazorê kir. Ew rê ji Çerxerêya Saetê heta bi nexweşxaneya giştî ya bajêr re. Rê 3 kîlometre ye. Ji rê re 6 hezar metredam qîr hat veqetandin.

Qîr bi 2 qatan bi stûrbûna 8 santîmetreyan û kêmberiy8a 12 metreyan tê lêkirin. Çaverê ye ku proje di 7 rojan de bi dawî bibe.

Ev rê rêyeke sereke ye û nêzî 45 hezar welatî jê sûd werdigirin, ji ber ku ew di ber nexweşxane, sûk û avahiyên niştecihan re derbas dibe.

Yekitiya Şaredariyan a kantona Dêrazorê diyar kir ku dê gelek rêyên kantonê werin qîrkirin, wekî rêya bajarê Firat, Ebû Hemam, Keşkiyê, Ebû El Hesen, Şeife, Baxoz û kolana Tenek.

Şaredariya Gel a bajarê Çilaxa ya kantona Cizîrê jî dest bi sererastkirina û berfirehkirina torên kanalîzasyonê yên 4 taxên bajêr kir. Tor bi dirêjiya hezar metreyan dê werin sererastkirin û berfirehkirin. Lêçûna projeyê jî 24 hezar û 675 dolar e.

Di civînên şaredariyê bi welatiyan re li dar xistine pêşniyar hatine kirin û komînan ev pêşniyar ji bo li ser sekinandinê ji şaredariyê re rakirin.

Ji projeyê ev tax sûd werdigirin: taxa 8'ê Adarê, taxa Qehreman û taxa Mesref. Di projeyê de boriyên nû li şûna yên kevin dê werin siwarkirin.

Proje ji taxa 8'ê Adarê dest pê kir. Di serî de rê û kolan hatin diyarkirin, torên nû bi rûbera 250 metreyan dê werin danîn. Heta niha kanalîzasyona li taxa Mesref bi rûbera 150 metre hat firehkirin û sererastkirin.

Endazyar Mihemed Hemdon destnîşan kir ku ev proje di çarçoveya xwedîderketina li bang û giliyên welatiyan de hat destpêkirin.

Hemdon diyar kir ku xebatên wan bi lez dewam dikin ku beriya zivistanê bi dawî bibe. Çaverê ye 5 rojên din bi dawî bibe.

(mh)

dêre zor

çil axa