‘Gelên herêmê daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan dike’

Rewşenbîr, siyasetmedar û hiqûqnasên Şedadê diyar kirin ku ramanên Rêber Abdullah Ocalan neteweperestiya teng derbas kirine, û gotin: “Gelên herêmê tenê ji bo armancekê dixebitin, ew jî bidestxistina azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan e.

‘Gelên herêmê daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan dike’
10 cotmeh, 2024   03:10
HESEKÊ
XIDIR FEYAD

Li hember pergala qirkirin û îşkenceyê ya ku desthilata Tirk li dijî Rêber Abdullah Ocalan dimeşîne û ji Adara 2021`an ve hevdîtinên parêzeran û malbatê li ser qedexe dike, gelên herêmê banga rawestandina van sûcên li dijî mirovahiyê ku dewleta Tirk dike û nirxên demokrasiyê, jiyana aştiyane ya hevbeş binpê dike.

Rewşenbîr, siyasetmedar û hiqûqnasên bajarê Şedadê yê başûrê kantona Cizîrê got ew vê pergalê red dikin û banga azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan kirin.

Helbestvan û wêjevan Hesen Feyad got: “Rêber Abdullah Ocalan bi ramanên xwe kete dilê bi milyonan gelên herêmê. Divê pêkhateyên herêmê yên Kurd, Ereb û Suryan bang li rêxistinên NY`yê bikin ku erkên xwe yên exlaqî bi cih bînin û pergala îşkence û qirkirinê bi dawî bikin.”

El Feyad destnîşan kir ku Rêber Abdullah Ocalan banga jiyana hevbeş a di navbera gelan de dike, gelên herêmê bi saya wan ramanan hevgirtî ne û wiha domand: “Lewma ev gel ji bo bidestxistina azadiya wî ya fîzîkî dixebitin. Ew nûnertiya tevahî gelên herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dikin.”

RAMANÊN WÎ NETEWEPERESTIYA TENG DERBAS DIKIN

Siyasetmedar Fadil El Ehmed jî got Rêber Abdullah Ocalan banga rêgirtinê di navbera gelan û çandan de, avakirina civakeke pirreng ku edalet û wekhevî lê serwer e dike û got: “Ew neteweperestiya teng derbas kiriye û banga nasnameyeke komker a ku aştiya civakî û tevlêbûna demokratîk dabîn dike, dike.”

(şx)

ANHA