Li Hecînê aşê Silêman

Silêman El Elî Silêman aşê ji bavê girtiye li seranserî bajarê Hecînê genimê şêniyan dihêre.

Li Hecînê aşê Silêman
Li Hecînê aşê Silêman
Li Hecînê aşê Silêman
Li Hecînê aşê Silêman
Li Hecînê aşê Silêman
30 hezîran 2024   12:04
DÊRAZOR
FATME EL EBID

Silêman El Elî yê 45 salî aşê ji bavê xwe wergirtiye bi kar tîne û debara xwe pê dike.

Silêman ji berbanga sibehê şiyar dibe, piştî hespê xwe êm dike û bi erebeyê ve girê dide û aş lê dike.

Silêman erebeya xwe ya aş li ser li kolanên bajar û bajarokên Hecînê digerîne û li ser daxwazên şêniyan genimê wan dihêre.

Her çi qasî aş bi pêş ketine û li seranserî bajaran û bajarokan hatine avakirin, lê şêniyên bajêr, hêrana genim bi aşê Silêman El Elî baştir dibînin. El Elî jî ku têkiliyên wî bi şêniyan re xweş e bi aşê xwe lêçûna çûyîna li aşan li ser şêniyan sivik dike. El Elî diyar kir ku bi saya aş piraniya niştecihên bajêr û gundewar nas dike.

El Elî wiha domand: "Ev aş jêdera debara min û ya malbata min e. Bi aş genim dihêrim û dikim savar yan jî arvan yan jî xişan."

El Elî, li gorî miqdara hêranê, pere dibe lê belê dîsa jî ji lêçûna aşên otomatîk arzantir e. El Elî destnîşan kir ku têkiliya bi şêniyan re çêkiriye ji pereyên ji vî karî derdixe girîngtir e.

(şx)

ANHA