Kuweyt û Behrêynê bersiva êrişên Îranê dan

Kuweyt û Behrêynê ragihandin ku piştî lêdana sirenan wan êrişên mûşekî û dronan ên Îranê asteng kirine.

Kuweyt û Behrêynê bersiva êrişên Îranê dan
21 tîrmeh, 2026   19:52
NAVENDA NÛÇEYAN

Serfermandariya Giştî ya Artêşa Kuweytê bi daxuyaniyekê ragihand ku parastina hewayî êrişên mûşek û dronan ên Îranê asteng kirin. Serfermandariyê daxuyand ku teqînek ku li welêt tê bihîstin ji ber astengkirina êrişan bû.

Wezareta Karên Hundir a Behrêynê jî bi daxuyaniyekê anî ziman ku sirenên êrişan lê dane. Her wiha ji welatiyan û niştecihan xwest ku biçin cihê ewle yê herî nêzîk û ji bo agahdariyê kanalên fermî bişopînin.

Fermandariya Giştî ya Hêzên Parastinê yên Behreynê piştrast kir ku sîstemên wan ên parastina hewayî hejmarek ji êrişên hewayî yên Îranê asteng kirine û têk birine.

(bb)