Li gundewarê Siwêdayê di êrişa hewayî de 2 kes birîndar bûn

Hêzên hikumeta veguhêz a Sûriyeyê bi dronan li gundewarê rojavayê Siwêdayê xist. Di encamê de 2 kes birîndar bûn.

Li gundewarê Siwêdayê di êrişa hewayî de 2 kes birîndar bûn
27 îlon, 2025   08:47
SIWÊDA

Hêzên hikumeta veguhêz berbanga îro bi dronekê bajarokê Mecdel ê gundewarê rojavayê Siwêdayê bombebaran kir. Di encama bombebaranê de 2 kes birîndar bûn.

Çavkaniyên xwecih diyar kir ku jêdera bombebaranê, hêzên hikumeta veguhêz ên li gundên derdora aliyê îdarî yê Siwêdayê bi cih bûne ye. Çavkaniyan dane zanîn ku ji ber êriş zerarên madî çêbûne û rewşek bi tirs li bajarokê derketiye.

Di heman demê de li gundên Kenakir ên rojavayê Siwêdayê jî êrişek bi heman şêwazî hat kirin. Li gorî agahiyan dronek beşdarî êrişê bibû hat xistin. Heya niha der barê bûyerê de tu daxuyaniyên fermî nehatin dayîn.

(bb)