Şaredariya Til Temirê beriya zivistanî xebatên xwe zêdetir kir

Şaredariya Gel a bajarê Til Temirê beriya zivistanî xebatên xwe zêdetir kirin. Di vê çarçoveyê de pirsgirêkên kombûna ava baranê çareser dike û rêyên xirabbûyî sererast kirin. Her wiha xebatên ronîkirin, paqijkirin û çandina daran didomîne.

Şaredariya Til Temirê beriya zivistanî xebatên xwe zêdetir kir
Şaredariya Til Temirê beriya zivistanî xebatên xwe zêdetir kir
Şaredariya Til Temirê beriya zivistanî xebatên xwe zêdetir kir
Şaredariya Til Temirê beriya zivistanî xebatên xwe zêdetir kir
Şaredariya Til Temirê beriya zivistanî xebatên xwe zêdetir kir
Şaredariya Til Temirê beriya zivistanî xebatên xwe zêdetir kir
Şaredariya Til Temirê beriya zivistanî xebatên xwe zêdetir kir
Şaredariya Til Temirê beriya zivistanî xebatên xwe zêdetir kir
Şaredariya Til Temirê beriya zivistanî xebatên xwe zêdetir kir
18 cotmeh, 2026   06:25
HESEKÊ
EBDUXENÎ EL HAMAN

Şaredariya Gel a bajarê Til Temirê ya parêzgeha Hesekê bi nêzîkbûna demsala zivistanî re xebatên xwe zêdetir kirine. Şaredarî di vê çarçoveyê de pirsgirêka kombûna ava baranê çareser dike, rêyan sererast dike, her wiha xebatên ronîkirinê, paqijiya giştî û çandina daran didomîne.

Şaredarê Til Temirê Ridwan Xelef têkildarî xebatên ku hatine kirin û yên ku têne kirin destnîşan kir ku şaredarî rêyên ku ava baranê lê kom dibe sererast dike. 

Ridwan Xelef diyar kir ku beriya baranê ew giraniyê didin xebatên girîngtir da ku bandor li tevgera çûn û hatina şênî û erebeyan nebe.

Xelef bal kişand li ser xebata qîrkirina rêyan û ev agahî parve kirin: "Şaredariyê di dema dawîn de gelek kar da meşandin. Ji wan karan; derdora 5 kîlometre rê bi nêzîkî 4 hezar metrekab qîr kir. Budceya qîrkirina rêyan nêzîkî 300 hezar dolarî ye.  Xebata qîrkirina rêyan di navîna îlonê de bi dawî bû."

Ridwan Xelef destnîşan kir ku ronîkirina hin rêyan û deverên bajêr bi hemahengiya aliyên têkildar dewam dike.

PAQIJKIRIN Û ÇANDINA DARAN

Karkerên Şaredariyê bi hevkariya komîn, meclis û şêniyan xebatên paqijkirina kolanan didomînin. Ji bo komkirin û veguhestina çopê 2 terektor hatine veqetandin.

Xelef kêmbûna mazotê wekî pirsgirêkekê li pêşiya xebatên şaredariyê destnîşan kir û diyar kir ku pêdiviya alavan bi mazotê heye da ku karê xwe bidomînin, lê kêmbûna mazotê bandorê li rêveçûna xebatên paqijiyê dike, lew ra ji bo mîsogerkirina berdewamiya kar pêdivî bi xurtkirina tevkariyê heye.

Bi armanca pêşxistina qada hêşînê û xweşikbûna bajêr, karkerên şaredariyê xebatên çandina şitilan, elaqeya bi daran, avdankirin û kesixandina wan didomînin.

Şaredarê Til Temirê Ridwan Xelef îşaret pê kir ku parastina paqijiya Til Temirê berpirsyariya şaredarî û şêniyan e. Xelef di dawiya axaftina xwe de bang li şêniyan kir ku çopê navêjin ser rêyan û deverên giştî û bi karkerên paqijiyê re bibin alîkar.

(np)

ANHA