Li gundewarê Kobanê tank û wesayîtên zirxî yên çeteyan hatin rûxandin

Şervanên YPG, YPJ û QSD’ê  bersiva êrişên çeteyan didin, li gundewarê başûrê rojhilatê gelek tank û wesayîtên zirxî yên çeteyan rûxandin.

Li gundewarê Kobanê tank û wesayîtên zirxî yên çeteyan hatin rûxandin
26 ÇILE, 2026   14:36
NAVENDA NÛÇEYAN

Şervanên YPG, YPJ û QSD’ê di çarçoveya mafê parastina rewa de bersiva êrişên çeteyên hikumeta demkî yên destekê ji dewleta Tirk a dagirker digirin ên li ser gundewarê Kobanê didomînin.

Şervanên YPG, YPJ û QSD li ser xeta Çelebiyê ya li gundewarê başûrê rojhilatê Kobanê gelek tank û wesayîtên zirxî yên çeteyên êrişkar rûxandin. Her wiha wesayîtên zirxî desteser kirin.

Şer û pevçûnên di navbera şervanan û çeteyan de berdewam dikin.

(b)