Li gundewarê Kobanê alîkarî hat belavkirin

Heyva Sor a Kurd bi piştgiriya Heyva Sor a Kurdistanê 681 pakêtên alîkariyê li xelkê gundewarê Kobanê belav kirin.

Li gundewarê Kobanê alîkarî hat belavkirin
16 adar, 2026   20:00
NAVENDA NÛÇEYAN

Di çarçoveya piştevaniya şêniyên bajarê Kobanê û gundewarê wê yên di dorpêçê de ne, di 15ˊê Adarê 2026ˊan de tîmên Heyva Sor a Kurd bi piştgiriya Heyva Sor a Kurdistanê alîkariyên mirovî li şêniyên gundewarê Kobanê belav kirin.

Tîmên Heyva Sor a Kurd li gundên Til Xezal 296 pakêt, li Têrî 25 pakêt û li Hilincê 360 paketên xwarinê belav kirin. Ji bo zarokan jî şîr û pampers hatin belavkirin.

(fr)