‘Bi nêzîkbûna cejnê re çavê her kesî li rêya dîlgirtiyan e’

Dayika Îsmaîl Şêxmûs anî ziman ku ew û hemû dayikên dîlên şer hêvî dikir ku zarokên wan meha Remezanê serbest hatibana berdan. Niha jî hemû li bendê ne ku zarokên wan berî cejna Remezanê serbest werin berdan.

‘Bi nêzîkbûna cejnê re çavê her kesî li rêya dîlgirtiyan e’
17 adar, 2026   02:35
QAMIŞLO

Malbatên dîlgirtiyên şer ên herêma Cizîrê daxwaz dikin zarokên wan serbest werin berdan. 

Li bajarê Qamişlo Helîme Nebî ya dayika Îsmaîl Şêxmûs ê 18 salî anî ziman ku meha Çileyê piştî rewşa li Dêr Hafirê dest pê kir, têkiliya wê bi kurê wê re qut bûye û wiha got: "Kurê min bi bavê xwe re dixebitî. Bi dilxwazî parastina herêmê dikir. Roja 15`ê Çile 2026`an Îsmaîl ji malê derket û berê xwe da Dêr Hafirê. Heyanî roja 17`ê Çileyê nîvro bi me re diaxivî û piştre têkiliya wî ji me qut bû."

Helîme Nebî diyar kir ku dîlên di koma yekem de ji wan re gotiye ku ew kurê wê nas dikin û ew niha di girtîgeheke bajarê Helebê de ye.

Helîme Nebî got hemû malbatên dîlgirtiyên şer li benda zarokên xwe ne û wiha got: “Em dixwazin dengê me bighîjê aliyên têkildar. Bila dosya dîlgirtiyên şer bişopînin û wan serbest berdin. Me hêvî dikir ku zarokên me meha Remezanê serbest werin berdan. Cejn jî nêz dibe û hîna me tu agahî ji zarokên xwe negirtine. Rewşa malbatên dîlgirtiyan her ku diçe xirabtir dibe. Dilê hemû dayîkan li ser zarokên wan dişewitê. Ji malbatên dîlgirtiyan kesên nexweş gelekî aciz bûn û di hesreta vegera zarokên xwe de wefat kirin. Bavê Îsmaîl jî rojane li ber derî dirûnê û li bendê ye ku Îsmaîl vegerê malê. Rewşa bavê Îsmaîl a tendurûstî nebaş e û her ku diçe xirabtir dibe.”

Helîme Nebî di nava axaftina xwe de bang li hemû malbatên dîlgirtiyên şer kir û got: “Ez bang li hemû malbatan dikim ku em çalakiyên xwe zêdetir bikin. Derkevin meş û xwepêşandanan heyanî ku civata navneteweyî dengê me bibihîzê û zarokên me serbest werin berdan.”

ANHA