Bîlançoya şerê Îsraîl û Hizbullahê derket 886 kesî

Ji ber êrişên asîmanî yên Îsraîlê li ser Lubnanê di nav de 111 zarok û 38 karmendên tenduristiyê 886 kes hatine kuştin.

Bîlançoya şerê Îsraîl û Hizbullahê derket 886 kesî
16 adar, 2026   20:18
NAVENDA NÛÇEYAN

Wezareta Tenduristiyê ya Lubnanê diyar kir ku ji ber şerê di navbera Îsraîlê û Hizbullahê de ku beriya 2 hefteyan dest pê kiriye 886 kes di nav de 111 zarok hatine kuştin.

Wezaretê ragihand ku hejmara giştî ya kuştiyan 886 kes û 2 hezar û 141 kes jî birîndar bûne.

Li gorî wezaretê, di nav kuştiyan de 38 karmendên tenduristiyê ne.

(ac/fr)

ANHA