Serokê MÎT’ê serdana Hewlêrê kir

Serokê Teşkîlata Îstixbaratê ya Mîllî (MÎT) ya Tirkiye Îbrahîm Kalin ji bo têkiliyan serdana Hewlêrê kir.

Serokê MÎT’ê serdana Hewlêrê kir
2 tîrmeh, 2025   08:55
NAVENDA NÛÇEYAN

Serokê MÎT’ê Îbrahîm Kalin li Hewlêrê bi Serokê PKD’ê Mesûd Barzanî, Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî, Serokwezîr Mesrûr Barzanî, Alîkarê Serokwezîr Qûbat Talebanî, Wezîrê Karê Hundir Rêber Ehmed û Rêveberên Koseya Ewlekariya Herêmê re civiya.

Kalin derbarê hevdîtina xwe ya ji bo Hewlêrê ti daxuyaniyeke fermi nedaye, tê texmînkirin ku ev serdan di çarçoveya Pêngava Aştî û Civaka Demokratîk a Rêber Apo pêş xistî ye.