Li gundewarê Hemayê tevlihevî

Çekdarên nenas, 3 bira li rojavayê Hemayê qetil kirin. Şênî ji ber berdewamkirina van sûcan û nebûna ewlehiyê û qanûnê bi hêrs in.

Li gundewarê Hemayê tevlihevî
1 cotmeh, 2025   16:53
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR) ragihand ku li rojavayê Hemayê ya di bin kontrola hikumeta veguhêz a Sûriyeyê de, 3 bira ji aliyê çekdarên nenas ve hatin qetilkirin.

Li gorî SOHR`ê her sê bira ji bajarokê Hiyalîn ê rojavayê Hemayê ne. Çekdaran bi şev bi ser mala wan de girtin, bi zorê ew birin cihekî nediyar. Îşkence li wan kirin û dûre bi guleyan qetil kirin. Cenazeyên wan avêtin ser rêya giştî. Piştra cenazeyê wan bir bi nexweşxaneya Siqêlbiye yê Hemayê re hatin rakirin.

Hejmara qurbaniyên ji destpêka 2025`an ve derket hezar 68 kesan. hezar û 15 mêr in, 32 jin in û 21 zarok in.

Di çend rojên dawîn de sûcên bi armanca heyfhilanînê li herêmên di bin kontrola hêzên hikumeta veguhêz a Sûriyeyê de zêde bûne. Herî dawîn, li bendeke kontrolê ya gundê Izraîl ê gundewarê Tartûsê elewiyek hate kuştin ji ber ku qebûl nekir dengên nemirovî derxîne.

(şx)