Li Reqayê turnovaya baskêtbolê ya Şehîd Ronahî Amanos dest pê kir

Li kantona Reqayê turnovaya baskêtbolê ya Şehîd Ronahî Amanos bi beşdariya 4 tîman dest pê kir.

Li Reqayê turnovaya baskêtbolê ya Şehîd Ronahî Amanos dest pê kir
Li Reqayê turnovaya baskêtbolê ya Şehîd Ronahî Amanos dest pê kir
Li Reqayê turnovaya baskêtbolê ya Şehîd Ronahî Amanos dest pê kir
Li Reqayê turnovaya baskêtbolê ya Şehîd Ronahî Amanos dest pê kir
Li Reqayê turnovaya baskêtbolê ya Şehîd Ronahî Amanos dest pê kir
Li Reqayê turnovaya baskêtbolê ya Şehîd Ronahî Amanos dest pê kir
Li Reqayê turnovaya baskêtbolê ya Şehîd Ronahî Amanos dest pê kir
Li Reqayê turnovaya baskêtbolê ya Şehîd Ronahî Amanos dest pê kir
Li Reqayê turnovaya baskêtbolê ya Şehîd Ronahî Amanos dest pê kir
1 cotmeh, 2025   16:43
REQA

Li bajarê Reqayê turnovaya baskêbolê ya Şehîd Ronahî Amanos li hola Stada Hêzên Ewlekariya Hundirîn a kantona Reqayê, dest pê kir. 

Li ser asta herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê 4 tîm ji kantonên Cizîr, Firat û Reqayê tev I turnovayê bûne. Turnova wê 2 rojan bidome.

Tîmên Cizîrê, Qamişlo, Kobanê û Reqayê di turnovayê de dilîzin.

Di turnovaya ku ji aliyê Ofîsa Jinan a Desteya Ciwan û Werzîşê ya herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ve tê lidarxistin de, endamên Desteya Ciwan û Werzîşê ya Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, Desteya Ciwan û Werzîşê ya kantona Reqa, Yekitiya Werzîşê û Meclisa Jinan a Sûriyeyê hazir bûn. 

Di destpêka turnovayê de seroka Ofîsa Jinan a Desteya Ciwan û Werzîşê ya herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Emîne Berkel axivî û got: “Em dikarin bêjin ku werzîş beşeke bingehîn a civakê ye. Armanca me, pêşxistina giyanê hevkariyê û tîmê ye. Em serkeftinê ji her kesî re hêvî dikin.”

Dûre maça yekemîn di navbera tîma Kobanê û tîma Qamişloyê de dest pê kir ku bi serkeftina tîma Qamişloyê bi dawî bû.

Dûre maça duyemîn di navbera tîma Reqa û tîma Cizîrê de dest pê kir ku bi serkeftina tîma Cizîrê bi dawî bû.

Sibe roja dawîn a turnovayê ye. Dê 2 maç hebin, ya yekên  di navbera tîma Reqa û tîma Kobanê de û ya duyemîn di navbera tîma Cizîrê û Qamişloyê de. Tîm û lîstikvanên serkeftî dê ji aliyê Desteya Ciwan û Werzîşê ya Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ve, bê xelatkirin.

(şx)

ANHA