Pervîn Buldan: Em ê di demek nêz de biçin serdana Îmraliyê

Endama Heyeta DEM Partiyê ya Îmraliyê Pervîn Buldan diyar kir ku di demek nêz de dê ew biçin serdana Îmraliyê.

Pervîn Buldan: Em ê di demek nêz de biçin serdana Îmraliyê
1 cotmeh, 2025   17:19
NANEVDA NÛÇEYAN

Endama Heyeta Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) ya Îmraliyê Pervîn Buldan li Meclîsa Tikiyê  pirsên rojnamegeran bersivand. Pervîn Buldan da zanîn ku di demek nêz de ew ê biçin serdana Îmraliyê û bi Rêber Abdullah Ocalan re hevdîtinê pêk bînin.

Li ser pirsa armanca hevdîtina bi Serokkomar Tirkiyê Tayyîp Erdogan re jî Pervîn Buldan bersiv da û diyar kir ku ev hevdîtin li gor ruhê pêvajoyê bûye û ew ê di resepsiyona vekirina Meclîsa Tirkiyê de jî careke din werin gel hev.