Li gundewarê Cizîrê nexweşiyên sewalan belav bûne

Li hin deverên kantona Cizîrê nexweşiyên sewalan bi taybet bi nav çêlek û golikan de belav bûne. Sewakar bi fikar in ku debara xwe ya jiyanê ji dest bidin.

Li gundewarê Cizîrê nexweşiyên sewalan belav bûne
Li gundewarê Cizîrê nexweşiyên sewalan belav bûne
Li gundewarê Cizîrê nexweşiyên sewalan belav bûne
Li gundewarê Cizîrê nexweşiyên sewalan belav bûne
Li gundewarê Cizîrê nexweşiyên sewalan belav bûne
Li gundewarê Cizîrê nexweşiyên sewalan belav bûne
Li gundewarê Cizîrê nexweşiyên sewalan belav bûne
18 tebax, 2025   04:16
QAMIŞLO

Di rojên dawî de, li gunewarên Qamişlo û Hesekê nexweşiyên sewalan bi taybetî di nava çêlek û golikan ketine. Ji bo pêşîgirtina nexweşiya tu tedbîr nehatine girtin, lewma tirsa sewalkaran jî zêde ye. 

Li gundewarê Qamişlo gelek rewşên nexweşiyê hatin dîtin, li gundên Recman û Bêzarê ên Hesekê û hin gundên Dêrikê jî hin rewşên nexweşiyê hatin dîtin.

 Dr. Ebdilwedûd Osman, bijîşkê sewalan li taxa Jamayê ya Qamişlo, diyar kir ku nexweşiyên hatine dîtin nexweşiya tayê, nexweşiyên dev û lingan û mîkrobên xwînê ne. Osman destnîşan kir ku dermankirina hin ji van nexweşiyan zehmet e û dibe bibin sedema mirina sewalan.

Osman da zanîn kir ku hin sewalkaran 5 serî çêlek ji dest dane.

Der barê nîşanên van nexweşiyan de Osman diyar taya sewalan bilind dibe, dikulin û dilê wan bi lez lê dide.

 Li gorî Osman, hin nexweşî bi dermankirinê baş didin, hinên dibin sedema mirina sewalan, bi taybet li taxa Cimaya ziyanên herî mezin çêbûn.

Dr. Osman hişyarî da ku divê xwediyê sewalan, sewalên mirar neavêjin çolan û ser rêyan got, ew dikarin bibin sedema nexweşiyên mirovan.

Ebdulwedûd Osman her wiha hişyarî da li ser avêtina bêserûber a ajalên mirî li ser rêyan, ji ber xetereyên jîngeh û tenduristiyê yên ku ew çêdike.

Dr. Ebdulwedûd Osman ji sewalkaran xwest ku eger nîşanên nexweşiyê dîtin serî li bijîşkên sewalan bidin. Her wiha ji Rêveberiya Xweser jî xwest ku ji bo veşartina sewalên mirar jî cihên taybet amade bike û piştgiriy bide sewalkaran û karibin pêşî li nexweşiyên sewalan bigirin.

(k)

ANHA