Sûriye: Xaka şaristaniyê û dika şeran- FEWAZ REŞO

Sûriye: Xaka şaristaniyê û dika şeran- FEWAZ REŞO
18 tebax, 2025   05:05

Di dirêjahiya 4 sedsalan de, Sûriye di bin serweriya Împaratoriya Osmaniyan de bû. Di navbera rojhilat û rojava de pira erdnîgarî û çandî bû. Lê bi têkçûna Osmaniyan a bi Şerê Cîhanê yê Yekemîn re, hêzên hegemon dest bi dabeşkirina herêmên serweriyê kir. Sûriye jî bû navendek van hesaban. 

MÊTINGERIYA FRANSAYÊ Û BERXWEDANA GEL

Di 1920ˊan de Fransayê mêtingeriya xwe li ser Sûriyeyê ferz kir. Lê sûriyeyî bi şoreş û raperînan li hember vê yekê sekinîn. Ya herî navdar jî Şoreşa Mezin a Sûriyeyê ya bi serkêşiya Sultan Başa El Etreş bû ku Kurd, Ereb û Durzî beşdar bûn. Vê pêvajoyê fikra “yekitiya gel çeka girîng a li hember dagirkeriyê ye”, xurt kir.

PÊVAJOYA DERBEYAN Û DESTHILATA BAAS

Piştî îlankirina serxwebûnê ya di 1946ˊan de, Sûriye derbasî pêvajoya tevliheviyên siyasî û derbeyan bû. Ev pêvajo heta destpêkirina serweriya Partiya Baasê ya di 1963ˊyan de dewam kir. Bi Hafiz El Esed re di 1970ˊyî de serdemeke nû dest pê kir. Di serdema wî de hevbendî bi Yekitiya Sovyetê re, bi xîtaba neteweyî ve hat girêdan. Li gel van hemûyan Sûriye wek terefekî girîng di hevkêşeya Rojhilata Navîn de ma.

ŞERÊ SÛRIYEYÊ Û DESTWERDANA HÊZÊN MEZIN

Bi destpêkirina krîza Sûriyeyê ya 2011ˊan re deriyekî berfireh li pêş destwerdana hêzên mezin û herêmî yên wekî Rûsya, Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA), Tirkiye û Îranê hat vekirin. Welat veguherî qada şerê wekaletê. Bi zêdebûna serweriya rêxistinên çekdar ên xwedî ajandeyên derve re, nexşeya serweriyê her tim dihat guhertin.

QSD; PARASTINA XAK Û PIRRENGIYÊ

Di nava vê aloziyê de, Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) wek hêzeke xwecih a pir-pêkhateyî ku ji şervanên Kurd, Ereb, Suryan û Asûrî pêk tê, derket pêş û wekî navnîşana çareseriyê hat dîtin. Van hêzan bi şerên li Kobanê, Reqa û Baxozê re, roleke teware di têkbirina rêxistina DAIŞˊê de lîst. Parastina ewlehiya herêmên berfireh li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê kir. Li gel parastina herêmê, modeleke rêveberiyê ku rêzê ji pirrengiya netewe û baweriyan re digire, hat avakirin.

Ruxmî hewlên reşkirinê û îdiayên dijber jî QSD bi helwesta xwe ya redkirina parçekirina Sûriyeyê ve girêdayî ma. Bi baweriya xwe ya ji bo çareseriya siyasî ku mafên tevahî pêkhateyan mîsoger dike re parastina yekitiya xaka Sûriyeyê dike.

HILWEŞÎNA REJÎMA BAAS Û DEMA HTŞ’Ê

Li Herêma Bakûr û Rojhilatê Suriyeyê sîstemeke ku xwe dispêre parastina cewherî, xwerêvebirin û pir-rengiyê hat avakirin, aramiyek çêbû, lê li deverên din ên Suriyeyê alozî kûrtir bûn. Ber bi dawiya sala 2024’an ve rewşên nû derketin holê. Heyet Tehrîr El Şam (HTŞ) ku rengê guhertî û nermkirî yê Cebhet El Nusra ye, bi serkêşiya Ebû Mihemed El Colanî (Ehmed El Şeri) ku bi salan bû li Idlibê serweriya xwe çêkiribû û destek ji DYA-Tirkiyeyê digirt, dijî rejîma Baas êriş dan destpêkirin. Di 27ˊê Mijdara 2024ˊan de bi navê operasyona ‘Redi El Idwan’ li dijî rejîma Esed û artêşa wî şer meşand. Di 8ˊê Kanûna 2024ˊan de rejîma Esed hilweşiya û desthilat derbasî HTŞ’ê bû. Lê alozî û komkujî zêdetir bûn. HTŞ’ê Di 6ˊê Adarê de li dijî qaşo bermahiyên rejîma berê hêzên xwe sewqî perava Sûriyeyê kirin. Di bin navê bermahiyên rejîmê de bi hezaran Elewî di komkujiyan re derbas kirin. Piştî demekê bi derxistina fitneyan êrişek bi heman rengî li dijî gelê Durzî yê li Siwêdayê pêk anî. Di dema van êrişan de gefên weke, “Dora Kurdan û QSDˊê hatiye” hatin kirin.

SÛRIYEYA DI NAVBERA PAŞEROJ Û SIBEROJÊ DE

Ji Osmaniyan heta bi Fransiyan û ji şerên sedsala 20ˊan heta bi krîza heyî, Sûriye bûye meydana hevrikiya hêzên mezin. Lê tecrubeyê îsbat kir ku çareseriya rastîn di girêdana bi yekitiya gel û xakê, bi pergala parastinê ya xwe dispêre hêzên herêmî yên mîna QSDˊê ye.

Ruxmî birîna kûr, hêvî heye ku Sûriyeyek yekpare, pir-reng, demokratîk ku hemû reng û dengan qebûl dike were avakirin; koçber vegerin warên xwe, siberojeke ewle û aram çêbibe.