’Êrişên li ser QSD`ê êrişên li ser hevgirtina civakê ye’

Şêniyên bajarê Çilaxa êrişên medyayê û kampanyayên reşkirinê yên li dijî QSD’ê  şermezar kirin û diyar kirin ku êrişên li ser QSD`ê êrişên li ser yekitî û hevgirtina civakên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ne.

’Êrişên li ser QSD`ê êrişên li ser hevgirtina civakê ye’
18 tebax, 2025   03:35
QAMIŞLO
BESNA ŞEMO

Şêniyên bajarê Cilaxa yê kantona Cizîrê êrişên medyayî yên ku ji hêla hikûmeta veguhêz a Sûriyeyê û dewleta Tirk a dagirker ve li dijî QSD`ê têne kirin, şermezar kirin û dan zanîn ku armanca van êrişan têkibirina aramiya herêmê û yekitiya pêkhateyan e.

Şêniyê bi navê Mîlad El Akûb da zanîn ku civakên herêmê ji destpêka aloziya Sûriyeyê ve xeta sêyemîn hilbijartine ku xwe naspêre aliyên derve û hevgirtina civakî diparêze.

El Akûb destnîşan kir ku QSD`ê ji bo parastina ax û gelê Sûriyeyê hatiye damezrandin û di salên şer de, hêz û karîna xwe ya parastina pêkhateyên cûda yên civakê îspat kirine. Her wiha destnîşan kir ku QSD`ê 13 hezar şehîd dane, lewma ew bûye mertala parastina herêmê ji terorê û planên parçekirinê.

El Akûb kampanyayên reşkirinê yên li dijî QSD`ê şermezar kirin û diyar kir ku ev kampanyayên ku ji hêla hin aliyên herêmî ve têne birêvebirin, dê biryardariya gel têk nebin û got "Gel êdî ji komployan hişyar e û rola girîng a QSD`ê baş dinirxîne. "

Şêniya bi navê Îman Şemo got, QSD`ê ku ji bo parastina pêkhateyên herêmê û nasnameya wan hatiye avakirin ji Ereb, Kurd, Suryan, Asûr û Xiristiyan pêk tê û ev li gotinên xwe zêde kirin " QSD`ê hêza sereke ya parastina yekitî û hevgirtina civakan e. Bêyî QSD’ê çandên herêmê dê li ber tunebûnê herin."

Îman diyar kir ku aramiya heyî ya herêmê nîşaneke aşkera ya serkeftina QSD`ê ye û got, ew ji pêkhateyên civaka herêmî nayê veqetandin.

Şêniyê bi navê Elî Abdullah piştgiriya xwe ji bo QSD’ê anî ziman û diyar kir ku kampanyayên reşkirinê dê têkiliya bihêz a di navbera gel û QSD`ê de têk nebin

Elî Abullah destnîşan kir ku QSD’ê di parastina yekitiya Sûriyeyê, hem axa wê û hem jî gelê wê de bi ser ketiye, ew hêzeke rêxistinkirî ye ku dikare ewlehî û aştiyê pêk bîne.

Elî Abdullah da zanîn ku di pêvajoya 14 salên şoreşê de hemû hewldan û kampanyayên reşkirin têk çûne û dê dîsa jî têk biçin. Her wiha diyar kir ku êrişên li ser QSD`ê êrişên li ser yekitî û hevgirtina civakên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ne.

(k)

ANHA