Li gundên Şehbayê sûcên revandin û diziyê didomin

Çeteyên delweta Tirk a dagirker (Emşat û Hemzat) bi dehan şêniyên gundê Aqîbê ya kantona Efrîn û Şehbayê revandin û ji bo berdana wan heta 2 hezar dolar xwestin.

Li gundên Şehbayê sûcên revandin û diziyê didomin
12 kanûn, 2024   18:49
HELEB

Di çarçoveya sûc û binpêkirinên çeteyên dewleta Tirk a dagirker (Emşat û Hemzat) ên li dijî şêniyên Efrîna dagirkirî de û piştî dagirkirina gundên bajarokê Şêrewa di meha Kanûnê de, komkujiyên din li dijî şêniyan hatin pêkanîn.

Çavkaniyên ji gundê Aqîbê diyar kir ku ku çeteyên (Emşat û Hemzat) sûcên êşkence û lêdanê li dijî şêniyan Kurd pêk anîn. Li kêlek wê jî hejmareke mezin ji şêniyên gund di serî de jin, hatin revandin.

Ji nav şêniyên revandî Emîne Şêx Mihemed Mistefa (33) ye. Emîne zewicî ye û tu zarokên wê tune ne. Destpêkê ew birin baregeheke çeteyan û ji ber nasnameya wê ya Kurdî ew veguhast girtîgeheke li xaka Tirkiyeyê.

Çeteyan ji bo berdana her revandiyekî 2 hezar dolar ji şêniyên gund xwestibû, eger nedin jî, wê çete wan kesên revandî êşkence bikin û dîmenên wan ji malbatên wan re bişînin.

Hemwextî wê, gefa talanî û diziya xaniyên gund bi darê zorê li şêniyên gund tên xwarin.

(mh/fr)

ANHA