Hêzên Ewlekariya Hundirîn dema qedexeya derketinê guhart

Fermandariya Giştî ya Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê saetên qedexeya guhartin. Bi wê re qedexeya derketinê ji saet 5ˋê êvarê heta 8ˋê sibehê ye.

Hêzên Ewlekariya Hundirîn dema qedexeya derketinê guhart
12 kanûn, 2024   18:36
NAVENDA NÛÇEYAN

Fermandariya Giştî ya Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê giştînameyek der barê guhartina saetên qedexeyê de derxist.

Di giştînameyê de hat gotin ji ber rewşa ewlehî ya awarte ku Sûriyê niha tê re derbas dibe, ji bo parastina ewlekariya hundirîn û da ku tu zirar negihîne ewlekariya welatiyan, Fermandariya Giştî ya Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê qedexeya derketina derve li tevahî kantonan derxist.

Qedexeya derketinê saet ji 5ˋê êvarê heta 8ˋê sibehê ji 13ˋê Kanûnê ve heta demeke nediyar dest pê dike.

(fr)