MSD: Ji bo xebata siyasî pêwîstî bi agirbestê heye

MSDˋê teqezî bi girîngiya pêkanîna agirbesta giştî da û got ji bo bidawîkirina tundiyê da ku welat nekeve nava şerekî navxweyî pêwîstî bi agirbestê heye.

MSD: Ji bo xebata siyasî pêwîstî bi agirbestê heye
12 kanûn, 2024   19:22
NAVENDA NÛÇEYAN

Desteya Serokatiyê ya Meclisa Sûriya Demokratîk (MSD) duh, civîneke awarte bi beşdariya hevseroka MSDˋê Leyla Qereman li dar xist.

Di civînê de bal li ser astengiyên zêde yên li hember welat hat kişandin û teqezî bi girîngiya pêkanîna agirbesteke giştî hat kirin ku ew gaveke pêwîst e ku tundî were sekinandin û welat dûrî şerekî navxweyî be.

Desteyê bang li dewletên Ereb kir ku di piştgiriya çareseriya giştî ya ji bo krîza Sûriyeyê de roleleke aktîv bilîzin.

Her wiha di civînê de li ser parastina destkeftiyên nîştimanî yên li Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hatine bidestxistin ku hîma bingehîn a avakirina pêşeroja demokratî ya welat e hate nîqaşkirin.

Desteyê anî ziman ku divê diyalogên yekser bi tevahî hêzên Sûriyeyê re, di nav de hikumeta demkî ya Şamê werin aktîvkirin da ku lihevkirineke nîştimanî çêbe û tevahî di nexşekirina pêşeroja Sûriyeyê de beşdar bin.

Girêdayî heman mijarê desteyê hişyarî li ser xeteriya çeteyên DAIŞˋê da û hate diyarkirin ku çeteyên DAIŞˋê hewl didin ji vê aloziyê derfetê wergirin ku xwe ji nû ve zindî bikin, nexasim li beyarê Sûriyeyê û hin herêmên din.

(fr)