Li gundên Çiyayê Kizwanan rewşa jiyanê dijwar bûye

Rewşa jiyanî ya şêniyên gundên Çiyayê Kizwanan li gundewarê Hesekê her ku diçe xirab dibe. Şênî gazinan dikin ku xizmetên bingehîn kêm in û bihayên sotemenî û xwarinê li herêmê zêde ne.

Li gundên Çiyayê Kizwanan rewşa jiyanê dijwar bûye
8 adar, 2026   15:22
NAVENDA NÛÇEYAN

Dîmenek ku li ser medyaya civakî belav bûye, şert û mercên jiyanê yên dijwar ên ku şêniyên gundên Çiyayê Kizwanan li gundewarê başûrê rojavayê Hesekê pê re rû bi rû nîşan dide.

Di dîmenê de xuyan dibe ku şênî ji xizaniyê, nebûna derfetên kar û rawestandina karên çandiniyê û jiyana rojane, gazinan dikin. Şênî dibêjin ku pêdiviyên bingehîn bi taybet sotemenî li herêmê qut bûye.

Di dîmenê de her wiha şênî nerazîbûna xwe ji ber bihayên xwarinê yên bilind li herêmê anîn ziman û rexne li nebûna baldariya hikûmetê kirin ku nikare hewcedariyên wan ên jiyanê, aborî û xizmetê pêk bîne.

Şêniyan diyar kir ku ji ber nebûna piştgiriyek domdar û bilindbûna bihayan, êdî peydakirina pêdiviyên bingehîn pir dijwar bûye. Şêniyan gotin ku saziyên hikûmeta demkî di ber şopandin û peydakirina xizmetguzariyan berpirsiyar e.

(k)