Li Siwêdayê civîna 8'ê Adarê

Nivîsgeha Jinan a Siwêdayê bi boneya 8'ê Adarê civînek li dar xist.

Li Siwêdayê civîna 8'ê Adarê
8 adar, 2026   15:17
SIWÊDA

Nivîsgeha Jinan a Siwêdayê bi munasebeta 8'ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê civînek li dar xist.

Di civîna bi dehan jin tev lê bûn de, berdevka nivîsgehê Asala Eslan axivî.

Asala berxwedana jinên Siwêdayê ya li hemberî mercên ku herêmê tê re derbas bûne silav kir û bang li wan kir ku hevgirtinê xurt bikin.

Endama Koordîansyona Têkiliyan a Meclisa Jinan a Sûriyeyê Recaa El Şofî jî behsa rola siyasî, civakî û hwd a jinan di civakê de kir û girîngiya xurtkirina beşdariya wan di jiyana giştî de vegot.

Beşdaran jî qala rola jinan di civakê de û girîngiya ku ev rol di siberojê de were xurtkirin kirin.

(bb)