Bîlançoya êrişên li ser Lubnanê : 394 kuştî

Li Lubnanê hejmara qurbaniyên êrişên Îsraîlê gihîşt 394'an.

Bîlançoya êrişên li ser Lubnanê : 394 kuştî
8 adar, 2026   15:30
NAVENDA NÛÇEYAN 

Wezîrê Tenduristiyê yê Lubnanê Rakan Nesredîn ji AFP'ê re axivî û diyar kir ku di nava hefteya dawîn de di êrişan de 83 zarok û 42 jinan jiyana xwe ji dest dan. Hate ragihandin ku ji 2'ê Adarê û vir ve jî hejmara qurbaniyan gihîştiye 394'an.

Wezîr Nasreddin bi bîr xist ku di bîlançoya roja Şemiyê de 294 kesan jiyana xwe ji dest dabûn û bi êrişên dawî re hejmara qurbaniyan gelekî zêde bûye.

Wezîrê Tenduristiyê Rakan Nesredîn her wiha ragihand ku tîmên tenduristiyê jî bûn hedefa êrişan û di nava hefteyekê de 9 wezîfedarên tenduristiyê hatin kuştin û êrişan bandor li ambûlansan jî kiriye.