Li Şamê dîmenên feqîriyê

Welatiyên ku li ber dîwaran firoşkariyê dikin û yên çopê kom dikin, di demeke ku dolarek Amerîkî nêzî 15 hezar lîreyê Suriyeyê bûye de, feqîriya li kolanên Şamê nîşan didin.

Li Şamê dîmenên feqîriyê
22 gulan, 2026   03:40
ŞAM

Li kolanên Şamê mirovên temenmezin li ser peyarêyan rûniştine berhemên gundan difiroşin an jî basteyên firotina nan vekirine. Hin ji wan, ligel şert û mercên jiyanê yên zehmet û xerabbûna rewşa debarê erebokên çopê dehf didin û paqijiyê dikin ku nan bixwin.

Li herêma Fehamê ya Şamê, kalemêrek bi navê Ebû Nedîm li pêş basteya xwe (erebok) ya nan sekniye, destên wî dilerizîn û dibêje ew ji polîsên şaredariyê ne razî ye, ji ber astengiyên li xwediyên erebokan dikin û nahêlin bixebitin.

Ebû Nedîm dibêje: "Zêdetirî carekê ereboka min tevî çend tûrên nan desteser kirine û destvala vegeriyame malê. Serî li çend firneyan didim ku nan bikirim. Nan li milê xwe didim û li koşeyekê rûdinim, difiroşim. Her tûrek nan bi 4000 lîreya Sûriyeyê dikirim û bi 6000ˋan difiroşim. Di rojê de 50 hezar lîre kom dikim. Ev jî temenê xwarin û qutiya derman e."

Ebû Nedîm ê 74 salî destnîşan kir ku ew karbesekî berê ye, 700 hezar lîre werdigire. Ev pere jî têra xwarin û vexwarinê nake. Keçek wî ya astengdar heye. Ebû Nedîm dibêje destê xwe dirêjî kesekî bike û alîkariya bixwaze pir zehmet e, ji lew re bi keda xwe debara xwe dike.

Rewşa bi dehan şêniyên gundewarê Şamê mîna ya Ebû Nedîm hene, berhemên guncaw li ser peyarêyan difiroşin da ku qûta xwe peyda bikin. Lê pirsgirêka wan jî ew e ku polîsên şaredariyê yan jî "Şêx" astengiyan li wan dikin û rê nadin ku ew bixebitin.

Mamosteyê zanîngehê bi koda Qeys Mihemed ji ajansa me re diyar kir ku vegera mirovên temenmezin bo ser kar li Sûriyeyê, bi taybetî li Şamê diyardeyek berbelav e. Sedem jî ew e ku ciwan ji kar hatin biderxistin û pişt dan mirovên tememezin ku karên paqijiyê li kolanan bikin. Karên paqijiyê ji bo tendirustiya temenmezinan pir xeter e. Mamoste bang kir ku divê di vê pîşeyê de kesên temenê wan zêdetirî 55 salî nexebitin.

Mihemed anî ziman ku ji ber hewcedariya kalemêran a dermankirinê vedigerin kar.. Bihayê lênêrîna bijîşkan bûye 150 hezar lîre, derman biha ne. Zêdebûna mûçeyan jî wan nagire nava xwe û bîmeya wan a tenduristî jî nîn e. Mihemed destnîşan kir ku tu kes pere ji derve ji wî re naşîne û rewş her ku diçe zêdetir dibe.

Mihemed bi bîr xist ku hikumet qîmeta temenmezinan nizanin, rêzê ji wan re nagirin, xwarin, vexwarin û derman ji wan re peyda nakin.

Aboriya Sûriyeyê di 2026ˊan de gelekî bi paş ket. Di heman demê de jî hêza kirînê bi awayekî mezin paş ketiye. Ew yek ji ber valahiya di navbera dahat û lêçûnên debarê de ye.

Aborînas texmîn dikin ku bihaya serfkirina lîreya Sûriyeyê di sûkê de tevlihev e, di navbera 12 heya 15 hezaran lîreya Sûriyeyê de ye. Di heman wextî de jî piştgirî ji ser gelek kel û pel û xizmetên bingehên tê rakirin. Ev bandoreke rasterast li bihaya xurek, enerjî û veguhastinê dike.

Raporên navneteweyî û lêkolînên aboriyê destnîşan dikin ku zêdetirî ji sedî 90 şêniyên Sûriyeyê di xeta jêrxizaniyê de ne.

Pisporan diyar kir ku ev qelsbûna aboriyê ya berdewam di

Li gorî pisporan, paşveçûna aborî ya berdewam bûye sedema zêdebûna xebata nefermî û vegeriya gelek kesan, bi taybet temenmezinan li kar. Di demekê de ku pergalên parastina civakî yên bibandor tune ne û sazî jî nikarin aramiya jiyanê misoger bikin ew ji bo peydakirina hewcedariyên xwe yên bingehîn vedigerin kar.

(fr)

ANHA