Xelkê Amûdê: Zimanê kurdî ji bo me xeta sor e

Şêniyên Amûdê got ew qebûl nakin navê gund û bajarên wan biguherînin û zimanê kurdî ji bo wan xeta sor e.

Xelkê Amûdê: Zimanê kurdî ji bo me xeta sor e
20 tîrmeh, 2026   02:35
AMÛDÊ
JÎNDA DILSOZ

Li herêmên Rojava gel li hember guhertina navên kurdî bertekan nîşan dide û dibêjê em qebûl nakin ku navên kurdî werin guhertin.

Endama Komîteya Kar û Barên Civakî ya Meclisa Bajarê Amûdê Ezîza Ehmed got: "Em qebûl nakin ku navê gund û bajarên me ji kurdî bikin erebî. Ev bûye bi salan em têdikoşin, liber xwe didin û parastina ziman û nasnameya xwe ya kurdî dikin. Ji bo em zimanê xwe biparêzin me gelek şehîd û bedel dan. Ji ber zimanê me çand, exlaq û hebûna me ye. Em ê bi ziman û li gorî rêgezên xwe bijîn."

Endama Yekitiya Mamosteyan a Amûdê Civîn Hebîb anî ziman ku divê taybetmendiya herêmên kurdî were parastin û wiha pê de çû: "Ev gavekî girînge lê niha hewl didin ku navên gund û bajarên Kurdan biguherîn in. Em qebûl nakin ku navên gund û bajarên me biguherînin. Navê Kobanê wê bimîne Kobanê, ew sembola berxwedanê ye. Em hemû hewldanên guhertina navên kurdî şermezar dikin. Em heyanî dawiyê mafên xwe biparêzin. Bi saya fedakariya şehîdan em gihîştin van mafên xwe û parastina nasnameya dîrokî û çanda gelê Kurd dilsoziya bi Şehîdan re ye."

Ji rêveberên Bibistana Behîra ya Amûdê Medya Seido jî got: "Em qebûlnakin ku navê Kobanê yan navê gund û bajarên me bugherîn in. Ew bi van hewldanên xwe dixwazin îradeya gelê Kurd bişkînin û dawî li nasnameya wî bîn in. Gelê Kurd ji bo ziman, rûmet û nasnameya xwe bi hezaran Şehîd feda kir. Zimanê kurdî ji bo me xeta sor e. Ew zimanê dapîr û bapîrên me ye û kesek nikare nêzî zimanê me bibe."

Hevşaredarê navçeya Sinceqê Sadûn Ebdulrehîm Şakir anî ziman ku tevahî gelên cîhanê bi nasnameya xwe ya çandî û bi zimanê xwe têne naskirin û ev lê zêde kir: "Heyanî zimanê me bibe zimanekî fermî yê Sûriyeyê em ê têbikoşin. Em gelê Kurd bi zimanê xwe ve girêdayî ne ji ber ew nasnameya me ye. Înkarkirina zimanê neteweyekê tê wateya çand û dîroka wê înkar dikin. Ji ber vê yekê em destûr nadin ku zimanê me tine bikin, heyanî zimanê me bibe zimanekî fermî yê Sûriyeyê em ê têbikoşin. Zimanê kurdî yek ji zimanê kevnar ê herêmê ye."

(np)

ANHA