Li gundekî başûrê Til Temirê şewat

Li nava pirêzeyekê gundê Til Hefyan Şerqî yê bajarê Til Temirê şewatek derket. Şêniyan şewat kontrol kir û nehişt belav bibe.

Li gundekî başûrê Til Temirê şewat
Li gundekî başûrê Til Temirê şewat
Li gundekî başûrê Til Temirê şewat
29 hezîran, 2026   19:48
HESEKÊ

Vê êvarê li gundê Til Hefyan Şerqî yê başûrê Til Temirê agir bi pirêzeyekê ket. Şênî metirsîdar in ku agir belav bibe, mal û milkên wan bişewitin. 

Şêniyan bi derfetên li gel xwe hewl da pêşiya agir bigirin heta ku Tîmên Awarte û Agirkujiyê tên.

Di demekê de şênî hewldanên xwe yên vemirandina şewatê didomînin banga lezgîn li Tîmên Awarte û Agirkujiyê kir ku şewatê vemirînin û hişyarî li ser zirarên ji ber berdewama şewatê da.

(fr)

ANHA