Oman: Em piştgiriyê nadin ferzkirina xercan li Tengava Hurmuzê

Wezareta Derve ya Omanê hebûna "nezelalî" di mijara xercên li Tengava Hurmuzê de derewand û diyar kir ku Seltenet Oman piştgiriya ferzkirina mîna van xercan li ser derbasbûna keştiyan nake. Wezaretê destnîşan kir ku Seltenet Oman têkilî û hewldanên xwe "ji bo pêkanîna aştî, têgihîştin û hevgirtinê" didomîne.

Oman: Em piştgiriyê nadin ferzkirina xercan li Tengava Hurmuzê
29 hezîran, 2026   20:44
NAVENDA NÛÇEYAN

Wezîrê Derve yê Omanê Bedr El Buseîdî hebûna "nezelalî" der barê mijara xercên li Tengava Hurmuzê de red kir û anî ziman ku Seltenet Oman, li gorî rêzikên hiqûqa navneteweyî û ji bo misogerkirina azadiya deryayî, piştgiriya dayîna van xercan li ser derbasbûna keştiyan nake.

Di hevpeyvînekê de bi Radyoya Navneteweyî ya "Monte Carlo" re îro, El Buseîdî diyar kir ku pêdivî ye "trafîka deryayî ya li Tengava Hurmuzê ewle, aştî û azad be û her kes were parastin.

El Buseîdî bal kişand ser girîngiya tengavê ji bo aboriya cîhanî û ji bo hemû welatên herêmê û Îranê jî û destnîşan kir ku "her peymanek der barê tengavê de divê di çarçoveya hiqûqa navneteweyî de bimîne."

Di dewama hevpeyvîna xwe de El Buseîdî diyar kir ku berpirsiyariya misogerkirina ku Tengava Hurmuzê û rêyên keştîvaniyê yên navneteweyî ji her xetereyên têkildarî mayînan bê par bin, di serî de li ser milê Îranê ye, wekî ku di Memoranduma Têgihîştinê de tê fêmkirin.

El Buseîdî anî ziman ku Seltenet Oman ji bo alîkarî û piştgirîdayînê di çarçoveya hewldanên herêmî û navneteweyî de amade ye.

Wezîrê Omanê da zanîn ku welatê wî "pabendê Peymana Qanûna Deryayê ye" û îşaret pê kir ku di diyaloga berdewam a bi Îranê re lihevkirinek heye ku her rêkeftinên pêşerojê divê di çarçoveya qanûna navneteweyî de bimînin.

El Busaidî got, "Peyama Seltenet Omanê banga kêmkirina aloziyê û aramiyê dike" û piştgiriyê dide pêkanîna bendên Memoranduma Têgihîştinê ya di navbera Îran û Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) de hatiye îmzekirin.

Wezîrê Omanê anî ziman ku dewletên kendavê girîngiyê dide kêmkirina rageşiyê û pêkanîna aramiyê.

(fr)