Li Til Temirê 3 şewat hatin vemirandin

Tîmên Awarte bi hevkariya şêniyan 3 şewatên li bajarê Til Temir û gundewarê wî vemirandin.

Li Til Temirê 3 şewat hatin vemirandin
Li Til Temirê 3 şewat hatin vemirandin
Li Til Temirê 3 şewat hatin vemirandin
Li Til Temirê 3 şewat hatin vemirandin
29 hezîran, 2026   19:34
HESEKÊ

Tîmên Awarte bi tevkariya şêniyan, ruxmî şert û mercên avhewayê, 3 şewatên li Til Temir û gundên wê pê ketibûn vemirandin. 

Şewata yekemîn li gundê Rukbe yê başûrê Til Temirê di nava malan de pê ket. Tîmên Awarte lez da, destwerdan kir û beriya bi tevahî malan bikeve vemirand.

Li taxa Til Ehmer ê heman bajarî jî tîman şewateke din di nava malan de vemirand.

Li ser rêya Til Temir -Qamişloyê jî tîman şewatek li zeviyên çandiniyê çêbûbû, beriya ku rûberên zêde bide ber xwe, vemirand.

Tîmên Awarte bi lez bersiva agahiyên ku şênî didin dide û li cihên şewatan bi tevkariya şêniyan şewatan kontrol dikin û vedimirînin.

(fr)

ANHA